Bavê nûçegihanê me Seed Ehmed: Min bi destên xwe çavê Seed ê ku bûbû çavê ragihandina rastiyê girtin

Bi tevlibûnek girseyî li ber nexweşxaneya Til Temirê bavê nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed Şêxmûs Ehmed got: “Beriya çend deqeyan min çavên kurê xwe Seed girtin. Yê ku çavê rastiyê bû. kemîraya wî çavê ku rastiya êşên me û komkujiyên ku der heqê me de têne kirin radigand raya giştî  bû.”

Hevserokatiya Meclisa Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm li ber nexweşxaneya Til Temirê ya ku gelek şehîd û birîndarên topbaran balafirên artêşa Tirk a dagirker ên komkujiya ku der heqê kerwana sivîlên ku berê xwe dabû Serêkaniyê pêk hatiye hemêz kiriye, daxuyaniyek kurt da. Ebdulrehîm teqez kir ku ruxmî ku artêşa Tirk a dagirker dizane ku kerwan a sivîlan bû, lê daronên wê li ser kerwana difiriyan heya ku gihaşt Serêkaniyê. Li wir balafirên şer kerwan topbaran kirin. Ev jî teqez dike ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike komkujî û qirkirinên nijadî der heqê gelên herêmê pêk bîne.

Ebdulrehîm nameyek da cîhanê û got: "Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me gelek fedekarî da û me zarokên xwe ji bo xilaskirina cîhanê ji terorê feda kirin. Me pergelek demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevpar ava kir. Îro li ber çavên tevahiya cîhanê em rastî komkujî û qirkirinê li ser destê artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst tên. Cîhan ji bilî daxuayniyan tiştekî ji bo rawestandina komkujiyan nake. Em tekez dikin ku em ê li gorî berpirsyariyê bin û em ê heya dilopa dawî li berxwe bidin."

Di dawiyê de Ebdulrehîm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şefa lezgîn ji birîndaran re hêvî kir.

Piştî daxuyaniyê bavê nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed li hember girseya malbatên şehîdan û birîndar li ber nexweşxaneyê axivî û got: "Beriya van kêliyan min çavên kurê xwe Seed bi destên xwe girtin. Kurê min bi kamîreya xwe bibû çavê rastiyê, êşên gelê xwe û komkujiyên li ber çavên cîhanê der heqê me de têne kirin radigand. Seedîn di rêya rastiyê de şehîd bûn. Îro roja şeref û rûmetê ye. Ez bavê Seed soz didim ku ez ê şopdarê rêya wî bim."

Her wiha komplo û hevkariya navdewletî di serî de Amerîka ya ku hişt dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê komkujî der heqê gelê kurd û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne şermezar kir.

Îro nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed dema kerwana sivîlan a ku diçû Serêkaniyê dişopand di encama hedefgirtina balafirên artêşa Tirk a dagirker kerwanê de tevî 10 sivîlên din şehîd bû û 74 kes din birîndar bûn di nav de 7 rojnamevan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din