Bav û kurê xwe yên asûrî: Li dijî DAIŞ’ê xwe parast, niha jî xwe diparêzin

Li gundê Til Cuma yê giredayî navçeya Til Temirê bavê (85) û kurê xwe (59) yên asûrî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin û ji mala xwe dernakevin û gotin, heya dawî li kêleka şervanên QSD’ê ne. 

Li navçeya Til Temir û gundên girêdayî wê di her kolanekî de Asûr, Kurd û Ereb hene. Ev şênî di êrişên li dijî DAIŞ’ê de bi yekdestî li ber xwe daye. Niha bi heman hişmendiyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li hember êrişan şênî ji warên xwe dernakevin û li ber xwe didin.

Li gundê Til Cuma yê girêdayî navçeya Til Temirê ku piranî şêniyên wê asûrî ne, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di malên xwe de ne. Me jî serdana gund kir û rastî Xoşaba Îbrahîm (85) û kurê wî Îsa Îbrahîm (59)  hatin. Bav û kur ji bo parastina warê xwe ji gund bi der neketin û li ber xwe didin.

‘Ji koçberiyê re êdî bes e’  

Xoşaba çîroka xwe ya koçberiyê destpêkê ji me re par ve dike. Di sala 1933’an de beriya 86 salan, artêşa Iraqê êrişî asuriyên navçeya Sêmêlê ya Dihok û gundên derdorên wê kir û zêdetir 3 hezar mirov, ji jin, zarok, pîr û kalan bi zindî di gorên bi komî binax kir. Di wê demê de Xoşaba 2 salî bû û di temênê biçûk de koçber dibe. Di sala 1933’yan de malbata Xoşaba neçar dimîne ku ji Iraqê koçber bibe û berê xwe dide dewleta Tirkiyê. Lê li vir jî di komkujiya dewleta Tirk a dagirker derbas dibe û dîsa berê wan li koçberiyê dikeve. Ji Tirkiyê diçin Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî tên warê herî ewle yê Rojavayê Kurdistanê. Li gundê Til Cuma bi destê xwe mala xwe ava dikin ku wekî ew jî tîne ziman ji tunebûnê hebûn ava dikin. Lê li vir jî hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a DAIŞ’ê bê par namînin û di 23’yê Sibata 2015’an de gund rastî êrişên DAIŞ’ê tê û hildiweşe. Xoşaba ji bo êrişên DAIŞ’ê van tiştan tîne ziman: “Gund bi tevahî hat şewitandin. Asûrî, Kurd, Ereb hatin qetilkirin. Bi hezaran asûrî koçber bûn. Ji koçberiyê re êdî bes e. Hêzên YPG û YPJ’ê bi hawara me re hatin û warê me rizgar kir. Heger YPG û YPJ’ê bi hawara me re nehatibana, me niha jiyan nedikir”

‘Çeteyên dewleta Tirk aramiya me xerab dikin’

Xoşaba ji bo êrişên niha yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê got ku li dijî aramiya wan êriş pêk tên û van tiştan lê zêde dike: “Ev çeteyên ku ji hemû dewletan hatine komkirin, dewleta Tirk wan xwedî dike. Ewqas çete di deriyê dewleta Tirk re derbas bûn û aramiya me xerab dikin. Dewleta Tirk li dijî hebûna me ye. Heger çete derbasî herêmên me bibin, asûriyekî/ê jî sax nahêlin. Ez û lawê xwe tenê li mal dimînin û dev ji axa xwe bernadin. Em mal û milkên xwe ji dijmin re nahêlin.  Destê QSD’ê  sax be ku ji komkujiyan parastin û diparêzin.”

 ‘Heya dawî bi QSD’ê re ne’
Kurê Xoşaba Îbrahîm, Îsa Îbrahîm (59) ji gundê Til Cuma ye, der barê êrişan de got ku çawa li hemberî DAIŞ’ê warên xwe parastine, dê niha jî biparezin û heya mirinê jî wê li wir bin. Îsa tîne ziman ku her ku çeteyên dewleta Tirk êriş dikin pêla koçberiya asûriyan zêdetir dibe û wiha axivî: “Dewleta Tirk dixwaze axa me perçe bike û dagir bike. Tu mafên wan ên perçekirin û dagirkirina axa me tune ye. Hemû dewlet bi dewleta Tirk a dagirker re alîkar in. Dixwazin me koçber bikin. Em jiyana xwe ya aram dixwazin. Em ê li ber xwe bidin ku dewleta Tirk a dagirker ku axa me dagir neke û heya dawî bi QSD’ê re ne.”

ANHA

 


Mijarên Din