Bavê 2 şehîdan: PKK dilê gelê Kurd e

Bavê şehîd Gulistan û şehîd Meysa; Mihemed Nûrî Ebû Bekir got PKK dilê gelê Kurd e û dema herêmeke Kurdistanê rastî aloziyê tê, yekser destwerdanê dike û beyî dudilî parastina herêmê dike.

Mihemed Nûrî Ebû Bekir ê 70`ê salî, ji taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo ye û bavê 2 şehîdên HPG`ê ye. Mihemed Nûrî di sala 1981`an de PKK`ê nas dike.

Mihemed Nûrî Ebû Bekir dema li Lîbyayê dixebitî, PKK nas kir, biryar da ku di nava partiyê de cihê xwe bigire û bi vî şeklî dewam kir heta derbasî Rojava bû û wiha dibêje: "Tevgera Azadiyê berê û niha jî ji bo xizmeta gelê Kurd kar dike û bi rêya têkoşîna gerîlayan mirov asta rastî û wefadariyê nas dike. Di heman demê de mirov tê digihêje ku beyî berdêl ji bo gel û welatê xwe canên xwe feda dikin."

Mihemed Nûrî piştî digihêje Qamişloyê, ji zarokên xwe re girîngiya PKK’ê û pîvanên wê yên pîroz şîrove dike. Mihemed Nûrî bi berdewamî got: "Keça min Gulistan Nûrî ya bi nasnav Sarya Cudî di sala 1999`an de tev li nava refên gerîlayan bû, hin xizmên min hewl dan rê li pêşiya wê bigirin, lê min bersiva wan wiha da; ez im ê ku ji bo zarokên Kurdan tev li nava refên partiyê bibe, li ber xwe didim, ma dibe ku rê li pêşiya keça xwe bigirim?"

Mihemed Nûrî bal kişand ser hin taybetmendiyên şehîd Sarya Cûdî û wiha got: "Xurt û xwedî giranî bû, baweriya xwe bi rêgezên PKK`ê dianî, ji dil û can tev li nava partiyê bû û bi tevlêbûna wê jî li cem me rihê welatparêziyê hîn zêdetir xurttir bû."

Sarya Cudî di sala 2009`an de dema artêşa Tirk a dagirker bi balafiran êrişî çiyayên Kurdistanê kirin, gihaşt asta şehadetê.

'BI KESEKÎ DEST PÊ KIR Û BI MILYONAN KES BERDEWAM DIKE'

Mihemed Nûrî da zanîn ku dema merasîma şehîd Sarya Cûdî çêbû, keça wî ya din jî Meysa soza xwe da û piştî demeke kurt tev li nava refên PKK`ê û çeka xwişka xwe rakir. Meysa navê xwişka xwe Sarya Cûdî li xwe kir, li ber xwe da û di sala 2016`an de gihaşt asta şehadetê.

Mihemed Nûrî got PKK`ê ya ku bi şexsekî dest pê kir, niha bûye partiya gelan, bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan li her deverê têkoşer û dilxwazên partiyê hene.

Mihemed Nûrî wiha gotina xwe dewam kir: "Partiya Karkerên Kurdistanê ne ji parçeyekî Kurdistanê hate avakirin, lê belê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hate avakirin."

Mihemed Nûrî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Kîjan herêma Kurdistanê dikeve aloziyê, PKK di cih de parastina herêmê dike, mînaka wê jî dema PDK’ê dev ji Şengalê berda, gerîlayan parastina herêmê kir, heman tişt ji bo Kerkûkê jî derbasdar e."

(eh)

ANHA


Mijarên Din