Basên veguhestina hundirîn dest bi karê xwe kirin

Basên veguhestina hundirîn dest bi karê xwe li navenda bajarê Qamişlo kirin.

Cara yekemîne ku Komîteya Ekolojî û Şaredariyan li Kantona Qamişlo bi hevkariya bi Daîreya Veguhestinê ya Şaredariya Gel, 5 bas ji bo veguhestina gel di nava bajarê Qamişlo de veqetandin, armanca sivikirina barê welatiyan  di aliyê veguhistinê de di hundirê bajarê Qamişlo de, erkdar kirin.

Îro, basan dest bi karê xwe kirin. Di her basekê de, 22 kes dikarin têde bin û nirxê 25 lereyên Sûriyê tenê didin. Bas ji saet 7:00`ê sibehê dest bi karê xwe dikin û heta saet 19:00`an dewam dike. Bas li gelek taxan wekî Hilêliyê, navenda bajar, Qudirbeg, Enteriyê, Cûdî (Qinat Siwês), Cimya û Nemetliyê digere.

Şaredariya Gel 30 rawestgeh ji bo basan veqetand, 15 jê li navçeya rojhilat û 15 jî li navçeya rojava.

Şêniyên bajarê Qamişlo dibêjin ku ev gav wê barê çûn û hatinê sivik bike û keyspaziya ajokaran jî  hindik bike.

Emûne Îsa koçbera ji bajarê Helebê ye û li bajarê Qamişlo dijî, got ev gaveke erênî ye û xizmeta welatiyan dike û wiha dewam kir: “Em di rawestehên sersivan de gelek diman, ji wê zêdetir ajokarên teksiyan ajokar keyspaz dikirin û ji nirxê xwe zêdetir dibirin.”

Efîf Etî ji şêniyên taxa Enteriyê ye, got ev gaveke pir baş e û qerebalixa di hundirê bajar de sivik dike û diyar kir ew hêdî dike hejmara basan di hundirê bajar de zêde bibin.

Mihemed Xelîl ji şêniyên taxa Hilêliyê ye, spasiya Şaredariya Gel ji bo sivikkirina barê gel, kir û got: “Ev gaveke xweşik e û di hemû aliyan de xizmeta gelê bajarê dike û nexasim karmend, ji ber karmendan nîvê fonên xwe didan heqê çûyîn û hatinê.”

Xelîl bi berdewamî got: “Ajokarên erebeyan û nexasim di dema saetên nîvro û êvarê de û di cejn û boneyan de, keyspazî li serê me dikir û zêdetirî hezar lereyên sûrî di hundirê bajar de ji me distand.”

Basên veguhestinê dê di nava 3 rojan de bê pere xizmetê bike.

Hevserokê Daîreya Veguhestinê ya bajarê Qamişlo Mihyedîn Derwîş diyar kir ku heger ev gav bi serket dê basan li hemû taxan zêde bikin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din