​​​​​​​Barûdo: Tu niyeteke Rêveberiya Xweser a bilindkirina buhayan tune ye

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo tekez kir ku bi bilindkirina buhayê genim re, tu niyet an tedbîrên Rêveberiya Xweser ji bo bilindkirina buhayên nan an jî madeyên din ên xwarinê tune ye.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ji ANHA`yê re behsa dema radestkirina buhayê berhemên çandiniyê ku rêveberî ji cotkaran digire, kir.

Rêveberiya Xweser di civîneke xwe de buhayê kirînê yê genim bi 315 lîreyên Sûriyê li gorî sîstema radeyan, diyar kir. Her wiha buhayê kirînê yê ceh bi 150 lîreyan diyar kir û rê da firotina ceh ji bo bazirganan û firotina ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser re.

Di vê derbarê de, Selman Barûdo destnîşan kir ku dê ji 7`ê Hezîranê ve dest dê bi girtina ceh bikin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 navend hatin vekirin; li Cizîrê 2, li Dêrazorê 1, li Reqayê 1, li Kobanê 1 û li kêleka 22 navendên girtina genim.

Barûdo diyar kir ku komîteyên aboriyê yên Rêveberiya Xweser li her herêmekê dê cihên guncaw ji bo girtina ceh ji cotkaran diyar bikin.

Selman Barûdo daxuyand ku dê radestkirina buhayê berhemên çandiniyê piştî 30 rojan ji dîroka radestkirina berheman ji bo navendên hatine diyarkirin, pêk bê.

Her wiha tekez kir ku tu niyetên Rêveberiya Xweser ên bilindkirina buhayê nan an madeyên din ên xwarinê tune ye û dê madeyên sereke jî bi buhayên xwe yên niha bimînin û dê Rêveberiya Xweser piştgiriya vê yekê bike.

(cx)


Mijarên Din