Barana xêrê ji bo koçberên Serêkaniyê veguherî xezebê

Her sal gelê Serêkaniyê bi barana xêrê keyfxweş dibûn. Lê îsal ji ber dagirkeriya Tirk gelê Serêkaniyê ji zeviyên xwe dûr ketin û koçber bûn. Koçberên Serêkaniyê yên ku niha li Wargeha Waşdûkanî bang li rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê kirin ku bi Rêveberiya Xweser re koordîne bikin  û alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şêniyên herêmên ser sînor ber bi herêmên ewle ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo wan zêdetirî 64 dibistan diyar kirin tevî kampek ku di 1`ê Mijdarê ava kiriye.

Di encama şertên nebaş ên kampê de, bi hatina zivistanê û barîna baranê re êşên koçberiyê zêde dibin.

Ji ber baranê av derbasî kampê bû gelek koçber neçar man konên xwe berdin û biçin konên din.

Koçbera ji Serêkaniyê bi navê Tirkiye Mihemed Xêr ji ajansa me re got: "Ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser herêmên me em ber bi Hesekê ve koçber bûn. Em nizanin Erdogan çi ji me dixwaze? Rewşa me li vir gelek dijwar e. Zarokên biçûk hene. Piştî koçberiyê tiştek me nema."

Tirkiye wiha domand: "Piştî baran bi giranî bariye, av derbasî konê me bû. Mêran li dora konê kolandin ji bo careke din wisa nebe. Em bang li tevahiya dewletên cîhanê dikin ku me vegerînin malên me. Ev daxwaza me ya tekane ye."

Ruxmî alîkariyên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistina Heyva Sor a Kurd pêşkêş dikin, lê têra koçberan nake.

Koçbera ji Serêkaniyê bi navê Qemra El-Azam got: "Em di nav malên xwe de di nav ewlehiytê de bûn. Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên me em koçberî vir bûn. Rewşa me di nav sarmayê û heriyê de gelek dijwar e. Zarokên me biçûk in û amûrên germkirinê tune ne."

Qemra teqez kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker mala wê bi temamî talan kirine û wiha domand: "Bi hebûna wan çeteyan re em venagerin Serêkaniyê."

Ji aliyê xwe ve koçberê ji gundê Deşîşe rojavayê navçeya Til Temirê bi navê Ebdulselam El-Mihemed bal kişand ser ku av derbasî hejmarek konên ku baş nehatine amadekirin bû û wiha domand: "Av derbasî bin gelek konan bû. Ji destpêka koçberiya me ve rêxistinên navdewletî alîkariya me nekirin. Tenê Rêveberiya Xweser alîkariya koçberan dike."

El-Mihemed bang li rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê kir ku bi koordîneya Rêveberiya Xweser alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin.

Ji ber êrişa Tirkiyê li gorî rapora karûbarên rêxistinên mirovî 478 sivîl hatine kuştin, hezar û 70 sivîl birîndar bûne û 300 hezar kes ji warên xwe koçber bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din