Bar Ornioz: Ez ji projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê matmayî mam

Nûnerê navneteweyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz tecrubeya Rêveberiya Xweser bi pêşengê di warê demokrasiyê û azadiya jinê de wesifandin. Bar Ornioz destnîşan kir ku gelê Kurd bi tecrubeya xwe dê ji cîhanê re bibe jêdera îlhamê.

Nûnerê navneteweyî yê Siwêdî ji bo dosyaya Sûriyê Bar Ornioz ji ajansa me re axivî û got: “Serdana wan a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di pêşerojê de bandorê li têkiliyên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Siwêdê de bike. Beriya werim herêmê gelek texmînên erênî girêdayî tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel me hebûn."

Şandeyek Siwêdî peyabilind di 18`ê Hezîranê de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji nûnerê navneteweyî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz, berpirsê dosyaya Sûriyê di wezareta derve de ya Siwêdê Cariwan Weinbach, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (SIDA) Bridance û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn pêk hat bi tevlibûna nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Siwêd û Skendeneviya Stêr Kurdaxî, pêk dihat. Şande bi nûnerên Rêveberiya Xweser û fermendarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî re civiya.

‘Hikumeta Siwêdê hewl dide têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re pêşbixe’

Bar Ornioz eşkere kir ku hikumeta Siwêdê hewl dide piştgiriya herêmê bike, têkiliyên xwe bi bi Rêveberiya Xweser pêş bixe û got: "Ji beriya du rojan ve em li vir in. Ez hatim vir da ku em têkiliyên xwe bi hev re pêş bixin, çawaniya pêşxistina hevkariyê û derbaskirina astengiyan nîqaş bikin."

Nûnerê navnetewyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz girîngiya xebatê hevkar bi Rêveberiya Xweser re û xurtkirina têkiliyan di navbera her du aliyan de parve kir. Girêdayî vî warî got: "Beriya serdana min, di hişî min de gelek texmîn hebûn. Bi rastî texmînên min di cih de bûn lê belê hîn bêtir. Em dê hevkariya xwe bi wan re di gelek nuqteyan de berdewam bikin."

Her wiha nûnerê navneteweyî yê Siwêdî pêwîstiya berdewamkirina hevkariyê di navbera wan û nûnerênên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet di warê şerê çeteyên DAIŞ`ê de destnîşan kir û wiha domand: "Şerê li dijî DAIŞ`ê hîna bi dawî nebûye. Divê em hevkarî û kedên xwe bi hev re ji berê bêtir xurt bikin, da ku em layîqî şehîdan û birîndarên bin ên ku ji bo tunekirina terorê û ji bo mirovahiyê canê xwe feda kirine."

Bar Ornioz tecrubeya Rêveberiya Xweser bi peşengê ya di warê demokrasî û azadiya jinê de wesif kir. Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd bi tecrubeya xwe dê bibe jêdara îlhamê ji cîhanê re û wiha pê de çû: "Ez bi projeya demokratîk, rola ku jin di Rêveberiya Xweser de dilîze û hevkariya di navbera tevahiya pêkhateyên herêmê de di nav Rêveberiya Xweser de matmayî mame."

Şandeya Siwêdî ya ku serdana herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, piştgiriya xwe ji projeyên ku xizmeta herêmê bike tekez kir. Şandeyê pêwîstiya koordîneyê girêdayî projeyên pêşerojê bi taybet di warên tenduristî, perwerdehî û karûbarên mirovî de destnîşan kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din