Bangên rizgarkirina jinên Efrînî yên revandî didomin

Yekitiya Jina Azad a Şehbayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan sûcên dagirkeran ên li dijî jinên Efrînê yên revandî da û banga derxistina komên çete ji herêmên revandî û serbestberdana jinan kir.

Nerazîbûnên li hemberî sûcên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên dagirkirî didomînin.

Yekitiya Jina Azad a Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan jinan daxuyaniyek li ser mijarê da. Daxuyanî li pêşiya navenda Yekitiya Jina Azad a li navçeya Kefer Naya ya Şehbayê hate xwendin. Jinan alên Kongreya Star, pankartên bi nivîsên ( Ji binpêkirin, êşkencekirin û revandina jinan re na) û wêneyên jinên ku dagirkeriya Tirk li dijî wan tundî meşandine hildan.

Endama Rêveber a Yekitiya Jina Azad a Navçeya Ehresê Rehma Elo daxuyanî xwend û got: "Zêdeyî du sal li ser dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve derbas bû. Heta niha binpêkirinên li dijî mirov, kevir û daran didomin. Asta kiryarên wan ên li dijî jinan zêde bûn. Ji ber ku dizanin ku jin hêz û jiyan e, lew ra jin revandin û li dijî wan kirinên dermirovî pêk tînin. Îro sûcên li dijî jinên revandî yên di giritîgehan de ku li dîroka binpêkirinên wan ên reş zêde bû.

Rehma anî ziman ku sûc û kiyarên li dijî jinên girtî, pitik û binpêkirinên der exlaqî asta qirêjiya çete û Tirkiyê ya dagirker nîşan dide. Ev sûc xaleke reş li eniya mirovî û rêxistiên mafên mirovan û yên jinan ên cîhanê ye.

Rehma Elo got, rejîma Tirk ji sûcên ku li dijî sivîlan bi giştî û jin bi taybet berpirsyar e û banga derxistina komên terorîst ji herêmên dagirkirî yên Efrîn û Şehbayê kir û serbestberdana girtî û revandiyên di girtîgehên çeteyan de û hesbxwestinê ji sûcdaran kir.

Piştî xwendina daxuyaniyan dirûşmeyên "Şehîd namirin, ji girtî û revandiyan re azadî" hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din