​​​​​​​Bangên piştgiriya Berxwedana Heftenînê didomin

Şêniyên herêma Dêrikê gotin, "Êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê heman demê êriş li ser parçeyên din e, li dijî Başûr êriş têne kirin, divê aliyên din piştgiriya wê bikin ji ber ku Kurdistan yek parçe ye."

Berxwedana Heftenînê ya li dijî êrişên mezin ên dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. Li hemberî van êrişan hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê bêdeng mane. Li aliyekî din çalakiyên gel ên piştgiriya berxwedana Heftenînê didomin.

Şêniyên kantona Qamişloyê diyar dikin ku divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, pêwîstiya kurdan bi taybetî di vê merheleyê de bi helwesteke siyasî heye.

Mihemed Ebdurrehman ê ji Dêrikê got:  "Ev 3 meh in zêdetir artêşa Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahî parçeyên Kurdistanê dike, li herêma Heftenînê şer giran e. Gerîlayên HPG'ê li hemberî dagirkeriya Tirk destanên qehremaniyê di rûpelên dîrokê de xêz dikin û derbên giran li dagirkeran didin."

Ebdurrehman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bike û xewna xwe ya damezirandina împaratoriya Osmanî pêk bîne û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker dagirkirina Heleb, Mûsil, Kerkûk, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ermenistanê ye da ku (Tirkiyaya Mezin) ava bike. Ji ber vê yekê gefan li dewletên derdorê dixwe û herêmên ewle yên Kurdistanê topbaran dike."

Mihemed Ebdurrehman bal kişand ser girîngiya pêkanîna yekitiya kurdî di vê merheleyê de û got: "Dewleta Tirk hewl dide hêz û baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê zêde bike, ji bo rawestandina êrişên wê divê parçeyên Kurdistanê helwesta xwe diyar bikin."

'KURDISTAN NAYÊ PARÇEKIRIN'

Ebdurrehman got, "Êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê heman demê êriş li ser parçeyên din e, li dijî Başûr êriş têne kirin, divê aliyên din piştgiriya wê bikin ji ber ku Kurdistan yek parçe ye."

Ebdurrehman destnîşan kir ku pêwîst e hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Heftenînê zelal bike û çavê xwe ji van êrişan negire û wiha dom da axaftina xwe: "Nabe hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên din ku Kurdistanî li hemberî êrişên hovane yên Tirkiyê yên li ser Heftenînê bêdeng bin. Pêwîstiya kurdan di vê pêvajoyê de bi yekitiyê heye. "

Mihemed Ebdurrehman diyar kir ku armanca Tirkiyê ne tenê rêxistinek an partiyeke wekî ku îdia dike, armanca wê tunekirina gelê Kurd e û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tirkiyê ya yekemîn bû ku li hemberî referandoma Başûrê Kurdistanê sekinîbû û her tim eşkere dike ku hebûna hêzeke kurdî red dike."

Ridwan Omer ê ji bajarê Dêrikê êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Omer êrişên li ser herêma Heftenînê bi komployeke navdewletî bi nav kir û destnîşan kir ku hikumeta Iraqê beşdarî vê êrişê bûye, nemaze piştî civîna îstîxbarata Tirk bi hikumeta Iraqê da ku berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi dawî bikin.

Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û destwerdana di kar û barên dewletên din de şermezar kir.

Ridwan Omer banga yekitiyê li partiyên siyasî yên kurdî kir û got: "Ji ber ku birîn yek e, êrişa li ser parçeyekî Kurdistanê heman demê ê li ser parçeyên din e. Ji ber vê divê hikumeta Başûrê Kurdistanê helwestekê li hemberî van êrişan bide, ji ber ku herêm di pêvajoyeke dîrokî û hestiyar re derbas dibe."

ANHA


Mijarên Din