Bangawaziyên yekîtiya Kurd û derbaskirina berjewendiyên partiyetî

Şêniyên bajarê Hesekê gotin: “Divê partiyên siyasî yên Kurd yekîtiyê ava bikin. Divê hişmendiya desthilatdar û berjewendiyên partiyetî yên ku li pêşiya çareserkirina aloziya Kurd dibin asteng berdin.”

Li gel êrişên li dijî herêmê û tevahiya parçeyên Kurdistanê, dengê yekîtiya  Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dibe. Armanca êrişên dagirkeran tinekirina destkeftiyên gelê Kurd e.

Girêdayî mijarê şêniyên bajarê Hesekê nêrînên xwe rave kirin. Şêniyan banga yekitiya Kurd û derbaskirina zihniyeta desthilatdar û berjewendiyên partiyetî kirin.

Şêniya bi navê Zehra Sîno bang gel û partiyên Kurd kir ku bibin yek û got: “Em ê hertim bêjin yekitî. Ger em nebin yek dijmin wê nasname û doza me biçewsîne. Em Kurd, bi jin û mêrên xwe bi hêz in. Em in ku bûn yek û li hember rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û me şer kir. Di vê pêvajoyên de ger  em bibin yek em ê bigijêjin formeke hevpar ji bo çareserkirina doza Kurd."

Zehra hêvî kir ku partî ji aliyên dijberî doza Kurd dûrkevin û wiha axivî: "Armanca me yekîtiya Kurd e. Divê serdema Osmanî li herêmê dubare nebe. Hinek aliyên Kurd rolek di vegerandina wê serdemê dilîzin. Mîna partiyên ENKS’ê. Ev partî civînan bi dewleta Tirk a dagirker re lidar dixin. Xema wan a tekane berjewendiyên xwe yên kesayetî li her hesabê gelê Kurd pêk bînin e. "

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Xelîl destnîşan kir ku serdana partiyên “Encumena Niştîmanî ya Kurd” ji Tirkiyê re wê bi awayekî neyînî bandorê li doza Kurd bike. Xelîl got: “Di dema ku Tirkiye hewl dide tevahiya bajarên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, ev hevdîtin zirarê li Kurdan dike. Dewleta Tirk tinekirina nasnameya Kurd dike armanc û yekîtiyê asteng dike.”

Xelîl hêvî kir ku partiyên Kurd bibin yek, nakokiyên siyasî bidin aliyekê û ber bi çareserkirina doza Kurd ve gavan bavêjin.

Girêdayî heman mijarê apê Mihemed Salih pêwîstiya yekrêziya Kurd di dema niha de teqez kir û wiha axivî: “Em ê bi yekîtiya partiyan biser bikevin. Kesên bi dewleta Tirk a dagirker re rûdinên û diyalogê dikin vê yekîtiyê naxwazin."

Şêniyê bi navê Kawa Mato jî wiha got: “Gelê Kurd tenê bi yekîtiyê dikare doza xwe çareser bike û li hember tevahiya hêzên ku hewl didin gelê Kurd, nasname û çanda wî qir bikin biserkeve.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din