Bandora şewatê li zeviyên çandiniyê û tedbîrên pêwîst

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran donim zeviyên çandiniyê yên ceh, genim û dar hatin şewitandin û van şewatan bandor li axê jî kir. Pisporên çandiniyê dibêjin ku heger tedbîrên pêwîst neyên girtin, dibe ku bandoreke neyinî li ser mewsima sala bê çêbe.

Ji destpêka meha Gulana derbasbûyî ve anku ji destpêka çinîna zeviyan ve agir bi berfirehiyeke mezin a zeviyên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket. Di şewatan de cotkaran zirareke mezin dît.

Pisporan diyar kir ku şewatê zirar gihand axa zeviyan, heger tedbîrên baş neyên girtin dê bandoreke nebaş li çandiniya sala bê bike.

Endezyarê çandiniyê Îsa Şêx Îsa got di şewatan du aliyên xwe hene; aliyê erênî û neyînî û wiha got: "Aliyê erênî yê şewatê; tovên gihayên bizirar ên ji ber bilindbûna germahiyê çêbûne, tune kirin û aliyê neyinî jî şaneyên zindî yên di tebeqeya jor a axê de mirandin."

Îsa îşaret bi girîngiya cotkirina zeviyan di demsala havînê de kir û got: "Cotkirina di havînê de dihêle axa jor û ya jêr tevlihev bibe. Dîsa jî li gel cotkirinê divê semad were reşandin."

Hin cotkaran dest bi cotkirina zeviyên xwe kiriye lê rêjeyeke mezin hîna cot nekirine.

Cotkarê bi navê Mihyedîn Xenî Keyno yê ji gundê Helincê yê bajarê Kobanê, dibêje ew erdê xwe cot dike, ji ber ku şewatê zirar gihand tebeqeya jor a axê û got cotkirin dê axê nû bike. Mihyedîn bang li hemû cotkaran kir ku zeviyên xwe cot bikin da ku rêjeya ziyanên ku dibe di sala bê de derkevin, kêm bibe.

Li aliyekî dîtir, bilindbûna nirxên cotkirin û bikaranîna semada baş, ji cotkdaran re dibe cihê pirsgirêkê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din