Balyozxaneyên Tirkiyê dibin şaneyên îstixbaratê

Li gorî belgeyên îstixbaratên navdewletî, balyozxane û konsolxaneyên Tirkiyê wek şaneyên girêdayî îstixbarata Tirk dixebitin û erka wan komkirina agahiyan e.

Belgeyên veşartî yên ku malpera Nordic Monitor a Swêdê ku di kar û barên îstixbaratê de pispor e, sîxuriya dîplomatên Tirk ên Ii balyozxane û konsolxaneyên gelek dewletan, ji rexnegirên hikumeta Tirkiyê û serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re kifş kir.

Agahiyên ku malpera Nordic Monitor û Tora Bakur a Ewropî ya Lêkolîn û Çavdêriyê weşandine, tekez kir ku dîplomatên Tirk sîxur in û muxalîfên rejîma Tirkiyê, alîgirên komên Fetullah Gulen ên ku Enqere wan bi tawana ku plana derbeya têkçûyî ya havîna 2016`an tawanbar dike, digirin.

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku vê gava ku berî niha ji aliyê giraniya xwe ve qet neqewimiye, di cîhanê de deng veda, nexasim li Ewropayê û çend hikumetên dewletan dest bi lêpirsîna dîplomatên Tirkiyê kir.

Mînak; li Swîsreyê, dozgerên Swîsreyê lêpirsînek cezayî vekir, her wiha ji ber hewldana fînansmanekî swîsreyî –tirkî ku pergala Erdogan rexne dikir, muzakereyên rawestandinê der heqê 2 rayedarên balyozxaneya Tirkiyê de derxistin.

Dane û belgeyên ku malpera Nordic Monitor û Tora Bakur a Ewropî belav kirine, kifş kir ku proseya sîxuriyê ya li ser muxalîfan ji beriya hewldana derbeyê de pêk dihat, lê bi proseya pişaftinê ya ku piştî sala 2016`an pergala Tirkiyê pê radibû, zêdetir derket pêş.

Dîroka belgeyekê li Nîsana 2019`an vedigere û ji aliyê cîgirê serokê Saziya Têkoşîna li dijî Terorîstan a polîsên niştîmanî ya Tirkiyê, Erdogan Kartal ve hatiye mohrkirin. Belgeya sîxurtiya li ser xaka Gurcistanê ku hemû Tirkên ku pergala Enqereyê rexne dikin, dike armanc, kifş kir.

Her wiha belgeyê destnîşan kir ku rayedarên li balyozxaneyê erka şêwirmendiyê û kar û barên hundirîn wergirtine, ji aliyê rêxistina îstixbarata nîştimanî ve, da ku bi proseyên sîxuriyê rabin, nirxandinên fermî wergirtin.

Wezareta hundirîn a Tirkiyê li gorî madeya meclisa wezîran ku di rojnameya fermî ya 25`ê Sibata 2018`an hate belavkirin de, di 71 dewletan de şêwirmendên din ji bo mîsyonên dîplomatîk ên tirkî hatin erkdarkirin.

Li ser esasê belgeyên ku malpera swêdî belav kirine, wezareta derve lîsteyeke dirêj ji hebûnên biyanî yên ku divê werin belgekirin de danîn. Her wiha belgeyê bi bîr xist ku lîsteya dewletên ewropî ji aliyê balyozxaneyên tirkî ve hatin guhdarîkirin. Ji van balyozxaneyan Belçîka, Bosna û Herzegovniya, Bulgaristan, Çekya, Denmark, Fînlandiya, Albanya, Hollanda, Brîtanya, Sirbistan û Ukrayna, Almanya, Fransa û Awustirya ne.

Heta ku baldarî zêdetir li ser komên Fetullah Gulen be jî, ji Ewropayê heta DYA`yê hema hema rewş wekî hev e.

Li Dewetên Yekbûyî, balyozxaneya Tirkiyê li Washingtonê bi hevkariya konsolxaneyên giştî yên li  New York, Houston û Chicagoyê erka serpereştiya pengava şopandinê û sîxuriya li ser muxalîfên pergal û rexistinan digirin.

Belgeyê daneyên ku dadgeha cezayî ya bilind li Enqereyê di 16`ê meha Nîsana 2019`an de ragihand, nû kir û destnîşan kir ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê lîsteyeke dirêj ji saziyên biyanî yên di destê wê de, yan jî kesên nêzî Gulen kom kir.

Saziyên ku dîplomatên Tirkiyê sîxuriya wan dikin, ji dibistan, şîrket, rêxistinên neyasayî û bêsûd û saziyên li New York, Washington DC, Gurcistan, Pensîlvanya, Teksas û Chicagoyê yên ku guman dike ku di bin rêveberiya payebilindên rexnegirên hikumeta Tirkiyê de ne, pêk tê.

Li ser vî esasî çendek bi tawanbaran bêyî tawan an jî lîsteya tawanbariyê yan dadgehkirineke fermî hatin binçavkirin.

Di vê derbarê de pergala Tirkiyê zêdetirî 4 hezar dozger ji erka wan borandin, her wiha zêdetirî ji sedî 70 general û kesên leşkerî bi tawana terorîstiyê bê par kirin, zêdetirî nîv milyon kes, di nav wan de rojnemevan, mamoste, parêzerên mafên mirovan ji sala 2016`an ve rastî tawanan hatin û nêzî ji sedî 15 ji polîsan ku piraniya wan ji şerkerên kevn, fermandar in, bi tawana teroîst in, girtine.

Herî dawî jî endamê îstixbaratê yê Tirkiyê li Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê hate kuştin, di vê derbarê de Tirkiyê îdia kir ku ew di konsolxaneya Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê kar dike.

(eh)


Mijarên Din