Balyozê Tirkiyê li bazarên Bexdayê ye: Hêkên Tirkiyê bikirin

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz dema li bazara Bexdayê digeriy, ji firoşkaran xwest ku hêkên welatê wî bikirin û ev yek bû cihê tinazan. Tê zanîn ku Iraqê hawirdekirina hêkan ji Tirkiyê qedexe kir û ziyaneke mezin li bazirgan Tirkiyê bû.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê ragihand ku Iraqê di çarçoveya siyasî de destekdayîna berhemên herêmî qedexe kir, gelek made hawirde (îthal) kirin da ku rê li pêşiya berhemên wekî van ên li bazarê veke. Di nav van madeyan de hêkên Tirkiyê jî hene ku rastî ziyaneke mezin hatin.

Rojnameya El-Ereb diyar kir ku xwediyên çewlikên (medcene) mirîşkan hêkên ku dişandin Iraqê avêtin, her wiha ji ber nefirotinê heta niha zêdetirî milyonek mirîşk ser jê kirine.

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz hewldana destwerdana hikumeta Iraqê kir û daxwez ji wezîrê çandiyê yê Iraqê Salih El-Huseynî kir ku rê li pêşiya hawirdekirina hêkan veke.

Wezîrê Iraqê tekez kir ku qedexekirina hawirdekirina hêkan dê berdewam be. El-Huseynî, Yildiz agahdar kir ku qedexekirina çewlikan û hêkan da ku berhemên herêmê li bazarê peyda bibin, dê berdewam be.

Di heman demê de destnîşan kir ku biryara qedexekirina hawirdekirina hêkan bi biryardayîna ewlekariya giştî ya Meclisa Wezîran e û li gorî peydakirina berhemên iraqî ye. Di heman demê de diyar kir ku wezaretan biryara qedexekirinê piştî çavdêriya bazara herêmê, bi armanca hevsengiya di navbera kel û pelên hawirdekirî û yên herêmî de, ferz kir.

Dema hevdîtin bi balyozê Tirkiyê re çêkir, El-Huseynî bal kişand ser girîngiya rêdana hawirdeyên ji hikumeta navendî û îşaret bi hikumeta ku dê berhemên Tirkiyê yên qaçax bişopînin. Di heman demê de îşaret bi hawirdeyên taybet ên girêdayî berhemên çandiyê kir û ji ber ku rûznameya çandiniyê ya têkildarî vê mijarê hevsengiya bazarê hatiye rawestandin.

Lê balyozê Tirkiyê hêj bi israr e û balyozê Tirkiyê bi xwe daket kolanên Iraqê û daxwaza kirîna hêkan kir.

Wezareta Çandiyê neçar ma ku liv û tevgera balyozê Tirkiyê rawestîne û got ev ne girêdayî tevgera balyozên welatan e û serdana Yildiz ji bazarên Bexdayê re û daxwaza vê yekê, nayê qebûlkirin.

Wezareta Iraqê wiha diyar kir: "Tişta ku balyozê Tirkiyê dike, bandorê li biryarên wezaretê nake, tevî fişara ku tê meşandin an jî hatiye meşandin." Wezaretê tekez kir ku dê rê li pêşiya hawirdekirina hêkan veneke.

Berdevkê Wezareta Çandiyê Hemîd Nayîf got hawirdekirina hêkan berî biryara qedexekirinê bi 4 milyon dikir û ji ber destekdayîna Wezareta Çandiniyê ji xwedîkirina mirîşkan kêmtir bû.

(eh)


Mijarên Din