Balefirên şer ên dewleta Tirk gundên Biradostê û herêma Batîfa bombebaran kirin

Balefirên şer ên dewleta Tirk gelek gundên li devera Biradostê û navçeya Batîfa ya ser bi Zaxoyê bombebaran kirin. Hate ragihandin divan kêliyan de balefirên şer li ser asîmanê herêma Biradostê  difirin.

Ji beriya çend kêliyan dewleta Tirk a dagirker bi gelek balefirên şer gundên li herêma Biradostê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê bidestketine, di encama bombebaranê de ziyanek mezin  bi rez û baxên van gundan ketine.

Her wiha hate ragihandin di van kêliyan de jî balefirên şer û yên keşfê hîna li ser asîmanê herêmê difirin.

BALEFIRÊN TIRK GUNDÊN BATÎFAYÊ BOMBEBARAN KIRIN

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî sinorê bajaroka Batîfa ya ser bi navçeya Zaxoyê bombebaran kirin.

Ji beriya demek kurt balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora bajaroka Batîfa bi dijwarî bombebaran kirin.

Welatiyek ji gundê Efilhî ya ser bi Batîfayê têkildarê bombebaranê agahî dan Rojnews’ê û diyarkir balefirên dewleta Tirk derdora gundê wan bi dijwarî bombebaran kirin û çend muşekek jî li nêzî gund ketin.

Her wiha da zanîn ji duh ve jî artêşa Tirk bi awayek bê serûber derdora gundê wan didin ber topan.


Mijarên Din