​​​​​​​Balafirên Tirkiyê gundên Girê Spî topbaran dikin û li asmanên Şehba û Şêrewayê jî digerin

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Girê Spî topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asmanê kantona Şehbayê û navçeya Şêrewayê digere.

Piştî vê êvarê artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên Silêbiyê û Bîr Ereb topbaran kirin û nuqteyên QSD`ê yên li gundê Cirn ê bejahiya Girê Spî kirin armanc, vê care gundê Til Bedran ê bejahiya rojavayê Girê Spî tobaran kirin.

Di  milekî din de nûçegihanên me ji Şehbayê ragihand vê êvarê balafirên keşfê li asmanê kantonê û navçeya Şêrewayê ya kantona Efrînê digerin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din