Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet di 15:30’an de gundê Xaleta yê ser bi navçeya Çemankê ya bajaroka Amêdiyê bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ket. Hat ragihandin ku hîna liv û tevgera balafiran li ser asîmanê herêmê berdewame.