Balafirên şer ên Rûsya bajarokekî Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê di vê hefteyê de careke din bajarokekî li başûrê Idlibê ku nuqteyeke çavdêriyê ya dagirkeriya Tirk lê heye, bombebaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê deverên li bajarokê Bare yê çiyayê Zawiyê ya başûrê ku tê de nuqteyeke çavdêriyê ya girêdayî dagirkeriya Tirk heye, bombebaran kir. Agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê bajarokên Ibilîn û Bare yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Duh jî SOHR`ê ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsya li dijî deverên li Diwêr Ekrad a rojavayê Hemayê û herêmên din li Berze û derdorê Kebane yên çiyayê Ekrad ê bakurê Lazîqiyê, zêdetirî 7 êriş pêk anîbûn.

(cx)


Mijarên Din