Balafirên şer gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din gundên Başûrê Kurdistanê, Behdînan, Biradost û Silêmaniyê bombebaran kirin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker carek din gundên herêmên Behdînan, Biradost û Silêmaniyê bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Kêste yê Kanîmasiyê a dikeve ser Zaxo bombebaran kir. Li gorî agahiyan ji ber bombebaranê agirek mezin bi herêmê ket.

Balafirên dagirkeran di heman demê de herêma Xakurk û gundê Bêrkim a Herêma Biradostê jî bombebaran kirin. Li vir jî ziyanek mezin gihîşt bax û baxçeyê welatiyan.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundên bajarokê Pişder ya dikeve ser herêma Raperînê jî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirar gihişt mal û milkên şêniyan.


Mijarên Din