Balafirên şer gundekî Amêdiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Keraba yê bajaroka Çemankê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kirin.

Li gorî Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 17.00'an de  gundê Kareba ku 7 kîlometreyan ji bajaroka Çemankê ya ser bi Amêdiyê dûre  bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê şêniyên gund ji gund derketin.

Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.


Mijarên Din