Balafirên Rûsyayê gundewarên Helebê topbaran kirin

Balafirên Rûsyayê vê sibehê herêmên Lyremûn, Raşîdên û Kerfer Hemra yên gundewarên rojavayê Helebê bombebaran kirin. Çeteyên dewleta Tirk jî bersiv da û herêmên sivîlan topbaran kirin.

Bombebarana balafirên Rûsyayê li derdorê herêmên Lyremûn, Raşdên û Kefer Hemre yên Helebê pêk hat.

Topbaran her wiha li ser bajarokên Xan Esel, derdora Etarib, Kefer Naha, Mensûra, Kefer Dail, derdora Beşentera, Xelsa, herêma rojnamevanan, Xan Tomal û El-Hemêra yên gundewarên rojava û başûrê Helebê pêk hat. Topbaran ji saetên sibehê de dewam dike û ta niha encamên topbaranê nayên zanîn.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk bersiva topbaranê daye û herêmên sivîlan ên li derdora komeleya Zehraa û taxa Heleba Nû ya rojavayê bajarê Helebê, topbaran kirin.

Her wiha çeteyên Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) êrişî herêmên El-Tehe, Abo Herîf û El-Semeke yên gundewarên Idlibê ku din serweriya hêzên rejîma Sûriyê de ne, kir. Çeteyan di êrişên xwe de çekên giran, erebeyên bombebarkirî bi kar anîn da ku bi ser hin nuqteyên kombûna hêzên rejîmê de bigirin. Hêzên rejîmê êrişa çeteyan şikand û pêşketina wan rawestand.

(cx)

ANHA


Mijarên Din