Balafirên Rûsyayê bombebarana li dijî çeteyên dewleta Tirk zêde dikin

Li gel şerê dijwar di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de, balafirên şer ên Rûsyayê gerên nû pêk anîn û herêma Idlibê bombebaran kir.

Şeva berê balafirên şer ên Rûsyayê 4 derbe pêk anîn ku deverên di navbera Qerqor û Miheta Herariyê ya Sehil El-Xab ên Hemayê hedef girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku şeva berê  li derdora Riweyha û Bênîn di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de şerekî dijwar rû da, di heman demê de jî hêzên hikumetê herêmên Riweyha, Bênîn, Fitêra, Sifohin û Kensefra yên başûrê bajarê Idlibê topbaran kirin.

Hedefgirtina balafirên Rûsyayê ya herêma Idlibê ji dema destpêkirina agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê di 5’ê Adarê de ragihandiye, ya duyemîn e.


Mijarên Din