Balafirên Rûsyayê bi domdarî çolistana Sûriyê bombebaran dike

Di 24 saetên borî de, balafirên Rûsyayê zêdetirî 65 caran çolistana Sûriyê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku hejmara êrişên hewayî yên Rûsyê yên li dijî çolistana Sûriyê, 65 êriş derbas kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên çeteyên DAIŞ`ê yên li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û nuqteyên din ên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin.

Li gorî SOHR`ê, 3 balafirên Rûsyayê li du hev nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê bombebaran kirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî karwanên hêzên hikumeta Şamê kirin, Rûsya êrişên xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêde kirin.

Tevî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çeteyên DAIŞ`ê hîna jî li çolistana Sûriyê ji gundewarên rojhilatê Humisê û heta sînorên Iraqê, çalak in.

(dx)


Mijarên Din