Balafirên Lîbyayê karwanekî çekdaran bombebaran kir

Çapemeniya şer a Lîbyayê ya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê got balafiran, dema karwan ji bajarê Mesrata bi taybet ji herêma Bugrîn derket, kir armanc.

Çapemeniya şer a fermandariya giştî ya artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku karwanê ji komek çekdarên Terablusê, neferên Meclisa Şêwirmendiya Binxazî, Durna û Îjdabiyê ku bi çeteyên DAIŞ`ê re hevkar e, pêk dihat.

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi fermandariya  Hefter di 4`ê Nîsanê, da ku paytexta Lîbyayê Terablûsê serwer bike, dest bi pêngaveke leşkerî kir. Tê zanîn ku Terablûs di bin serweriya hikumeta Wîfaq El-Wetenî de û bi tewana destekdayîna komên terorîst hatiye tewanbarkirin.

Erebistana Siûdiyê, Îmarat, dewletên Erebî û ewropî destekê didin Artêşa Wetenî ya Lîbyayê di heman demê de Tirkiyê û Qeter jî destekê didin hikumeta Wîfaq a ku bi hevkariya komên terorîst hatiye tewanbarkirin.

(eh)

 


Mijarên Din