Balafirên keşfê li ser Şera û Şêrawayê digerin

​​​​​​​Hêzên dagirker gundên navçeya Şêrayê û Şêrawayê topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê li ser navçeyên Şera û Şêrawayê digerin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarxa yên navçeya Şera û gundê Mezin ê Şêrawayê yên kantona Efrînê bi obusan topbaran dikin.

Li aliyekî din jî balafirên keşfê li ser navçeyên Şera û Şêrawayî digerin.

ANHA


Mijarên Din