Balafirên keşfê gundê Zibêdiyê bombebaran kir

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk duh malên sivîlên gundê Zêdiyê yê girêdayî navçeya Zirganê kir hedef û di encamê de zerar gihîşt mal û milkên sivîlan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û malên sivîlan dikin hedef.

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker duh gundê Zêdiyê yê girêdayî navçeya Zirganê bombebaran ya herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê kir.

Di encama wê de ziyan gihîşt mal û milkên sivîlan. Di dîmenê ku ajansa me bidest xist ziyan diyar dibe.

Şêniyên herêmê ditirsin ku artêşa Tirk a dagirker di dema ku biryara agirbestê binpê dike komkujiyan li dijî wan pêk bîne û malên wan dike hedef. Bi taybet ku civaka navdewletî der barê komkujiyên dewleta Tirk û bikaranîna fosfora spî li dijî sivîlan, bê deng e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din