Balafirên kargoyê yên Tirkiyê barên xwe li rojavayê Lîbyayê vala kirin

Dezgehên çapemeniya ereb daxuyand ku 3 balafirên kargoyê yên dewleta Tirk îro barên xwe li baregeha Wetiyê ya rojavayê Lîbyayê vala kirin.

Li gorî çavkaniyên Al-Arabiye Al-Hadas, 3 balafirên kargoyê yên dewleta Tirk îro barên xwe li baregeha Wetiyê ya rojavayê Lîbyayê vala kirin.

Ev yek piştî binpêkirinên her du aliyên dijber ên têkildarî diyalogên bi sponseriya NY’yê di demeke berê de li dar ketiye, pêk hat. Her wiha ev pêngava dewleta Tirk, piştî ragihandina artêşa Almanyayê ku Enqere nehişt hêzên Almanyayê bi erka xwe ya leşkerî ya di YE’yê de rabin û keştiya dewleta Tirk ku tê texmînkirin ku tê de çekan vediguhêze Lîbyayê, pêk hat.

Enqere bi hezaran çeteyên ji Sûriyê veguhastin Lîbyayê, da ku li rex hikumeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayiz Sîrac li dijî Artêşa Nîştimanî ya bi serkêşiya muşîr Xelîfe Hefter şer bike.

(fr)


Mijarên Din