Balafirên daron êrişî Himêmîm kirin

Dazgehên çapemeniyê yên rejîma Sûriyê ragihandin ku balafirên daron êrişî balafirgeha Himêmîm li gundewarê Lazîqiye kirine.

Ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê got: "Pergala parastinê vê êvarê balafirên daron ên girêdayî rêxistinên terorîst ku êrişî balafirgeha Himêmîm kirine xistine xwarê."

SANA wiha domand: "Rêxistinên terorîst vê êvarê bi balafirên daron êrişî balafirgeha Himêmîm kirine. Pergala parastinê ya Sûriyê êriş şikand û balafir xistin xwarin."

 (şx)

ANHA


Mijarên Din