Balafirên dagirkeriyê nuqteyên tenduristiyê li Serêkaniyê  dikin hedef

Balafirên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyên di nav bajêr de topbaran dikin. kadroyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurdî di bin topbaranê balafirên dagirkeriyê de birîndaran xilas dikin û vediguhezînin derveyî bajêr ji bo ku derman bikin.

Îro di encama topbaran balafirên artêşa Tirk a dagirker de  ji jîngehan re 4 sivîl birîndar bûn. Endamê Heyva Sor a Kurd Ebdulezîz Mehmûd Ibrahîm got: Dagirkerî nuqteyên tenduristiyê yên bajêr û sivîlan dike hedef. di encama topbaranê de 4 sivîl birîndar bûn.

Mehmûd wiha domand: "Dewleta Tirk nuqteyên tenduristiyê dike hedef ji ber wê em sivîlên birîndar radikin nexweşxaneyên derve."

Di bin topbaran dike 4 sivîl li Serêkaniyê ji hêla tîmên Heyva Sor a Kurd ji nexweşxaneyên Herêma Cizîrê re hatin veguhestin.

ANHA


Mijarên Din