Çavkaniyên herêmî ji Rojnewsê re ragihand ku balafirên artêşa Tirk a dagirker saet di derdora 12:00`an de gelek deverên herêma Biradostê ya girêdayî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Çavkaniyan diyar kir ku topbaran li ser çiyayê Helgurd, derdora navçeya Hecî Umran, herêma Sêmîlan, geliyê Rostî û derdora navçeya Sêdîkanê yên herêma Biradostê ya bajarê Hewlêrê û li sêgoşeya sînorî ya di navbera Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de pêk hat.
Heta niha agahiyên der barê encama topbaranê de bi dest neketine.
ANHA