Balafirên artêşa Tirk herêma Akrê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk herêma Nihêla ya Akrê bombebaran kir. Di dema bombebaranê de şêniyên herêmê li nav zeviyên xwe birinc diçinîn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk îro serê sibehê gundê Hîzankê yê Nihêla ku dikeve ser navçeya Akrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dema welatî li herêmê di nava zeviyên xwe de birinc diçinîn, herêm zêdetirî 6 caran ji aliyê balafirên Tirkiye ve hat bombebarankirin.

Di nava 3 rojan de zêdetirî 11 car e balafirên şer ên artêşa Tirk vê herêmê bombebaran dikin û vê jî ziyaneke mezin daye bax û dehlên gundiyan.


Mijarên Din