Balafirên artêşa Tirk du gundên li rojhilatê Kobanê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker du gundên rojhilatê bajarê Kobanê yên li ser sînor ku gelek sivîl têde hene, bombebaran kir.

Balafirên artêşa dagirker gundên Elîşar û Ismaîl ên ku gelek sivîl têde hene û 7 km li rojhilatê bajarê Kobanê beriya niha bi saetekê bombebaran kir. Heta niha encamên êrîşê nehatin diyarkirin.

Ji aliyekî din ve jî, li gundên Ziyaret, Zormixar, Siftek, Şiyûxa Jêrîn û Aşmê yên rojavayî bajarê Kobanê şer di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker de rû dide.

(kc)

ANHA


Mijarên Din