Balafirgeha Matîqiyê ya Lîbyayê hate bombebarankirin

Çavkaniyên leşkerî yên hêzên Hikumeta Wîfaq El-Wetenî ya Lîbyayê diyar kir ku vê sibê balafirgeha Matîqiyê ya li paytext Terablusê hate bombebarankirin.

Kanala El-Hura ku ragihand ku derengiya şevê balafirgeha Matîqiyê hate bombebarankirin û windahî tune ne. 

Gelek caran balafirgeh dihat bombebarankirin, ji ber vê desthilatê rêwîtiyên asmanî ji balafirgeha paytexta Lîbyayê veguhastin balafirgeha bajarê Misrata ya li rojhilatê Terablusê. Hêzên Hikumeta Wîfaqê, artêşa Wetenî ku Xelîfe Hefter wê bi rê ve dibe, bi êrîşan tawanbar dike.

Çavkaniyên leşkerî yên hêzên Hefter ragihand ku balafiran êrîşî nuqteyên li rojhilatê baregehên leşkerî yên li balafirgeha Matiqiyê kir û ziyan tune ne.

Di saetên derbasbûyî de li eniyên leşkerî car bi car şer rû da.

(eh)


Mijarên Din