Balafirgeha Matîqiyê ya Lîbyayê bi moşekan hate hedefgirtin

Balafirgeha Matîqiye ya paytexta Lîbyayê şeva înê bi moşekên Gradê û bi balafiran hate hedefgirtin.

Reutersê ragihand ku çavkaniyên leşkerî yên Lîbyayê di demên derbasbûyî de kuştina 3 kesan ku di nav wan de 2 fermandarên Artêşa Wetenî hebûn, ragihand. Kesên hatin kuştin, di encama derbeya firokeyên hêzên hikumeta Wîfaqê ya li ser bajarê Terhûna de bû.

Odeya çapemeniyê ya hikumeta Wîfaqê agahiya derbeya erebeya kontrolê ya li Terhûna piştrast kir.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî tekez kir ku hêzên artêşê 3 firokeyên Tirkiyê rûxandin û êrîşî bi dehan hedefên li derdora Serd, Ebû Necîm û Misrata kir da ku baregeha sereke ku balafir ji wir derdikevin, bikin armanc.

Di heman demê de berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî di hevdîtineke xwe ya bi kanala Hedes re, tekez kir ku Tirkiye û Qeter destwerdana şerê Lîbyayê dikin û destekê didine terorîstan.

(eh)


Mijarên Din