Balafireke rêwiyan a Pakistanê kete xwarê

Balafireke rêwiyan a Pakistanê li bajarê Qereçiyê yê başûrê welêt ku 107 rêwî tê de bûn, ket.

Associated Press ji rayedarên Pakistanê ragihand ku balafireke rêwiyan ya şîrketa balafiran ku dewlet bi rê ve dibe, li nêzî Qereçiyê ya li başûrê welêt kete xwarê.

Balafir li nêzî cîwarekî li nêzî balafirgeha Qereçî ket û tê texmînkirin ku hejmara qurbaniyan zêde be. Hate zanîn ku di dema hewldana balafirê ya daketinê de dûmaneke reş jê rabû.

Gera balafirê di navbera Qereçî û Lahorê de bû, her wiha beriya daketinê bi deqeyekê bûyerek çêbû bi wê re balafir rûxiya. Desteya Gera Balafirên Sivîl a Pakistanê jî bi bîr xist ku pirsgirêk teknîkî bû.

(fr)


Mijarên Din