Balafireke Misrê ket, pîlotê wê jiyana xwe ji dest da

Li Misrê li deverekê ku perwerdeya hêzên asîmanê dihat kirin balafireke Misrê ket, di encamê de pîlotê wê jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Artêşa Misrê Ehmed El-Rîfayî di daxuyaniyekê de got, balafireke şer li herêmekê perwerdeyê ket û pîlotê wê jiyana xwe ji dest da. El-Rîfayî diyar kir xebat ji bo diyarkirina sedema ketinê didome.

Artêşa Misrê di rojên dawî de tedîbîqatên perwerdeyê leşkerî pêk anibû.

Hêzên deryayê ya Misrê demek beriya niha anku piştî biryara Enqere ya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê da ku destekê bide Hikûmeta Wîfaqê operasyoneke bejahî- deryayê di deryaya Spî de pêk anî.

 


Mijarên Din