Balafireke keşfê ya dagirkeran Mişrafa bomeberan kir, 3 şervan birînda bûn

Şevê din balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker gundê Mişrafa yê Serêkaniyê bomebaran kir û di encama wê de 3 şervanên QSD`ê birîndar bûn.

Tevî biryara agirbestê lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Artêşa Azad û Cebhet Nusra êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Nûçegihanê me ragihand ku balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker duh saet 11:00`an êrîşî cihên şervanên QSD`ê li gundê Mişrafa ya girêdayî herêma Serêkaniyê kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama êrişê de 3 şervanên QSD`ê birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din