Balafireke keşfê şaredariya Zirganê bombebaran kir

Balafireke kefşê ya artêşa Tirk a dagirker îro vê sibê şaredariya Zirganê ya girêdayî Serêkaniyê bombebaran kir. Di encamê de, zerareke mezin gihîşt avahiyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêma Serêkaniyê dewam dikin. Balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker îro vê sibê avahiya Şaredariya Gel a navçeya Zirganê ya rojhilatê Serêkaniyê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de, zerarek gihîşt avahiya şaredariyê.

(kc)

ANHA


Mijarên Din