Balafira keşfê ya Tirkiyê li başûrê Terablusê hate rûxandin

Artêşa Lîbyayê balafireke keşfê ya Tirkiyê rûxand û erebeyên hikumeta Wîfaqê li başûrê Terablusê desteser kirin.

Tora Erebiye diyar kir ku  artêşa Lîbyayê rûxandina balafira keşfê ya Tirkiyê ragihand û îşaret bi desteserkirina erebeyên Wîfaqê li başûrê Terablusê kir.

Beriya hefteyekê berdevkê hêzên artêşê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku balafiran baregeha firandina firokeyan a li hundirê Fakulteya Asmanî ya li Misrata kiriye armanc, her wiha got di rojên pêş de dê şer gurtir bibe.

Berdevkê artêşa Lîbyayê tekez kir ku artêşê 3 firoke rûxandin û êrîşî bi dehan hedefên li derdora Serd, Ebu Necîm û Misratê kiriye, da ku baregehên sereke yên ku balafir jê radibin, birûxînin.

Ehmed Mismarî ji  kanala El-Hedes re diyar kir ku Tirkiye û Qeter eşkere destwerdana şerê li Lîbyayê dikin û destekê didin terorîstan.

(eh)


Mijarên Din