Balafira bêpîlot a Hûsiyan li Ebhayê xistin xwarê

Berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî li Yemenê Tirkî El-Malîkî ragihand ku hêzên koalîsyonê balafireke bêpîlot ku hêzên Hûsiyên ji parêzgeha Umran ber bi bajêr ve şandibû, xistin xwarê.

Ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî "Was" ragihand ku berdevkê Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malîkî ku Erebistana Siûdî li Yemenê serkêşiya wê dike, got: "Bi berdewamkirina hêzên Hûsiyan ji hewldanên terorîstî yên ku sivîlan dikin qurban, hêzên koalîsyonê yên hevbeş da ku karînên milîsan tune bikin, li gorî pîvanên zagonên navdewletî dê hemû bergiriyên tund bigire."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja yekşemê Koalîsyona Erebî ji bo nuqteyên leşkerî yên parêzgeha Senayê bikin armanc, operasyoneke taybet ragihandibû.

(eh)


Mijarên Din