Balafira bêpîlot a dewleta Tirk li Terabulsê xistin xwarê

Îro artêşa Lîbyayê ragihand ku wan balafira bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker li paytext Terabulsê xistine xwarê.

Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan balafira bêpîlot a dewleta Tirkiyê li herêma Ayn Zarê xistine xwarê. Di heman demê de çavkaniyên leşkerî yên Lîbyayê gotin ku Li Terablusê 8 leşkerên artêşa Wetenî di encama êrîşa ezmanî ya Tirkiyê de hatin kuştin.

Di vê derbarê de Erebiyê Net ragihand ku çapemeniya şer a girêdayî artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê got:"Leşkerên artêşê yên li ser sînorê paytextê amade ne û tenê li benda fermana dawîn in ku komên Tirkiyê û Qeter têk bibin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên derbasbûyî de  artêşa Lîbyayê kampa Yermûk a li başûrê Terabulsê piştî êrîşên dijwar ên li dijî komên girêdayî hikumeta El-Wîfaq kontrol kirin.

Kampa Yermûk ji girîngtirîn kampên herêmê ye û di sala 2011`an de foca Siwar Terabulsê tê de bi cih bûne. Paşê artêşa Lîbayayê, Hêzên Wîfaq kontrol kirin û niha jî nîvvala ye.

(eh)

 


Mijarên Din