Balafir li asîmanê Serêkaniyê digerin, topbaran didome û 4 sivîl birîndar bûn

Di van kêliyan de balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser asîmanê bajarê Serêkaniyê digerin. Her wiha topbarana li ser sivîlan jî didome.

Nûçegihanê me ji Serêkaniyê ragihand ku balafirên artêşa Tirk di van kêliyan de li asîmanê bajar digerin.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran bi çekên giran li ser taxên bajêr didome ku sivîl di wan taxan de dijîn.

Her wiha destnîşan kir ku di encama topbarana li ser bajêr de 4 sivîl birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxayên bajêr.

Nûçegihanê me diyar kir ku şervanên QSD`ê hewldanên artêşa Tirk û çeteyên wê ku dixwazin bi rêya sînor derbasî bajarê Serêkaniyê bibin, têk dibin.

Şervanê bi navê Demhat Serêkaniyê yê di eniyên berxwedanê li Serêkaniyê de ye, ji ajansa me re destnîşan kir ku berxwedana wan didome, ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn parastina bajar û sivîlan bikin û ew amade ne ku her tiştekî giranbuha li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê bidin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din