Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî alîkariya navneteweyî milyonek koçber star kirin

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî piştî ku êrîşan dest pê kir, ji Serêkaniyê û Girê Spî 180 hezar kes neçar man koç bikin.

Li gorî raporên Saziya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji sala 2011’an ve li Sûriyê 5 milyon û 835 kes ji cih û warên xwe bûne. Ji wan ji sedî 50 zarok, ji sedî 35 jin û ji sedî 15 jî zilam in.

Komseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rapora ku par weşandibû, ev yek piştrast kir.

Koçberên ku ji Sûriyê koç kirine, qismeke mezin çûne derveyî Sûriyê û yên mayî jî li rojava ku wek cihekî ewle ji xwe re dibinin, bi cih bûn.

Di destpêka şer de gel berê xwe da herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Gelê Kurd ê li Rojava di vê pêvajoyê de nebû alîgirê şer û ji xwe re modela “rêya sêyemîn” hilbijart û ji herêmên din ên Sûriyê gelek kes ber bi vê qadê ve herikîn. Ji bajarên Reqa, Dêrazor, Hama, Humûs û herêmên ku bandoreke zêde ya şerê Sûriyê lê bûye, ber bi Bakur û  Rojhilatê Sûriyê ve koçberî çêbû.

Ji aliyekî din ve, ji ber êrîşên DAIŞ’ê, ji herêmên li ser sînorê Iraqê nêzî 200 hezar mirovan koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Koçberên ku ji Iraqê hatin, bi piranî li Hasekê bi cih bûn. Qismek ji wan jî li Holê ya girêdayî kantona Hasekê di wargehê de hatin bicihkirin.

Kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmê beriya 9’ê Cotmehê 5 wargeh anku kamp hebûn. Li van wargehan hejmara koçberan wiha ye:

Wargeha Roj: 22 hezar koçber (ji van 2 hezar malbatên DAIŞ’iyan, 20 hezar jî koçberên ku ji Dêrazor û ji Reqayê hatine)

Wargeha Newroz: 10 hezar koçber (ji bo êzidiyan hatibû çêkirin, piştre hejmar kêm bû)

Wargeha Holê: 100 hezar koçber (60 hezar malbatên DAIŞ’iyan, 40 hezar jî koçberên Iraqê)

Wargeha Ayn Îsa: 60 hezar koçber (5 hezar malbatên DAIŞ’iyan, 55 hezar jî koçberên ku ji Reqayê hatine)

Bi giştî li wargehan nêzî 200 hezar koçber dimînin.

Wargeha Ayn Îsa di 9’ê Cotmehê dema dewleta Tirk û çeteyên wî êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin, ji aliyê DAIŞ’iyan de hate şewitandin. Koçberên li wargehê jî jiber pirsgirêkên ewlehiyê neçar man derkevin.

Malbatên DAIŞ’iyan jî revîn Girê Spî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin.

Koçberên ku li wargehê mane jî bi piranî derbasî Kobanê û Reqayê bûn.

Beriya dagirkeriyê Efrîn bûbû warê koçberan

Ji kantona Efrînê jî piştî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê di Adara 2018’de, du caran koçberiyên girseyî pêk hatin. Beriya dagirkirinê Efrînê 300 hezar koçber girtibûn. Sala 2011’an ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, kesên ku ji cih û warên xwe bûne ji Humûs, Hama, Idlib, Cerablus û ji Babê, nêzî 200 hezar kes çûn Efrînê.

Tevî koçberan hejmara kantonê gihîşt nêzî 500 hezarî, ji bo koçberan wargehên Rûbar û Şehba hatin avakirin.

Efrîn piştî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin, nêzî 300 hezar kesan jê koç kir. Kesên koç kirin, malên wan hatin talankirin û derfetên vegerê nehiştin. Bi sed hezaran mirovên ku koç kir, nekarîn vegerin malên xwe.

Beriya şer hejmara bajar ji sedî 80 Kurd bû bi vî awayî xwestin paqijiya etnîkî pêk bînîn.

Li Heleb û Şehbayê nêzî 150 hezar mirov li wargehan dijîn.

Efrîniyên derveyî wargehan man jî, neçar man ku koçî Til Rifat, Heleb, Kobanê û Hasekê bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derveyî wargehan bi taybet koçberên Reqa û Dêrazorê yên ji ber şer koçber bûne jî li Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Amûdê, Dêrik jî di navê de, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûn.

Hejmara kesên ku koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, di hundirê 8 salan de gihîşt nêzî 8 milyonan.

Dewleta Tirk penaberên Sûriyê dike amûrên siyaseteke derveyî exlaq û di hundirê salê de ji Yekitiya Ewropayê (YE) û NY’yê bi milyar dolaran pere digire. Lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî milyonek penaber bi derfetên xwe hewl didin bibin destek.

Hewcedariyên ku diviya NY ji bo wargehan dabîn bikirana, di ser Rêveberiya Xweser re bi navbeynkariya saziyên hatine avakirin, tên pêşwazîkirin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk pêla nû ya koçberiyê

Piştî 9’ê Cotmehê êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêleke nû ya koçberiyê dest pê kir.

Li gorî daneyên ku hatine bidestxistin, hejmarên koçberan wiha ne:

Herêma Cîzirê

Kesên ji Serêkaniyê hatine navenda Hesekê: 36 hezar û 722

Kesên ji Serêkaniyê ber bi gundên başûrê bajar ve çûne: Hezar û 235

Ji Serêkaniyê û ji bejahiya wê kesên koçî Til Temirê kirine: 25 hezar û 234

Kesên ji navenda Amûdê û ji gundên wî ber gundên başurê bajar koç kirine: 8 hezar

Ji herêma Cewadiyê ya ku li ser xeta sînor ber bi başûrê navçeyê ve kesên ku koç kirine: 4 hezar

Kesên ku ji Dirbêsiyê û çolterên wê ber bi başûrê bajar û Hasekê ve koç kirine: 11 hezar û 630

Kesên ku li Dêrikê ji ser xeta sînor ber bi başûrê bajar ve koç kirine: 6 hezar û 30

Hejmara kesên ku ji Dêrikê koçî Til Koçerê bûne: Hezar û 335

Ji Qamişlo ber bi başûrê bajar ve niştecihên ku koç kirine: 6 hezar û 282

Hejmara kesên ku ji Qamişlo ber bi bajarokê Til Hemîsê ve koç kirine: 353

Li ser xeta sînor a Tirbêspiyê ber bi başûrê wê de niştecihên ku koç kirine: 5 hezar

Koçberên ku koçî Hesekê kirine: 113 hezar û 659

Herêma Firatê

Kesên ku ji Girê Spî koçî Reqayê kirine: 10 hezar û 200

Kesên ji Eyn Îsa koç kirine: 2 hezar 500

Kesên ku ji Girê Spî ber bi Reqayê ve koç kirine: 19 hezar 500

Kesên ji Girê Spî ber bi bejahiya Reqayê ve koç kirine: 19 hezar û 500

Hejmara kesên ku ji Eyn Îsa û bejahiya wê koçî bajarokê Cirniyê bûne: 973

Hejmara kesên ku ji bakurê Eyn Îsa ber bi başûrê wê ve koç kirine: 2 hezar û 500

Kesên ku ji Girê Spî koçî Eyn Îsayê kirine: 6 hezar

Kesên ku ji Silûk û bejahiya wê koçî Eyn Îsa û Reqayê kirine: 11 hezar û 700

Bi giştî kesên ku koçî Reqayê kirine: 52 hezar û 200

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber destpêkirina êrîşên 9’ê Cotmehê yên dewleta Tirk ji Serêkaniyê û Girê Spî 180 hezar kes neçar mane ku koç bike.

Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike ku di serî de Girê Spî û ji Serêkaniyê; piştî êrîşên dagirkeriyê nêzî 300 hezar kes neçar mane koç bikin.

Gelê ku koçber bûye, li Hesekê, Reqa û Tebqayê cihên wekî mizgeft û dibistan de di bin şertên gelekî zehmet de dimînin.

Konseya Karên Civakî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku karê hejmartina penaberan didome lê heta niha li gorî hejmartina ku kirine, dibêjin tenê kesên koçî bajarê Hesekê û Reqayê kirine, 159 hezar û 721 kes in.

ANHA


Mijarên Din