Bajarê Xwedawend Atargatîs bi yekdestî xeta berxwedanê hilbijartiye

Koka berxwedana xwedawenda Atargatîs, li Minbicê hîn zindî ye. Li ser vê bigehê, li dijî her cûreyên êriş û gefan; şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û şêniyên li herêmê bi hevgirtî xwe amade kirine û soza berxwedanê dane.  

Bajarê Minbicê ku wekî kuleke di dilê dagirkeran de maye, xwedî stratejiyek girîng û nimûneya jiyana hevbeş e. Taybetmendiya bajarê xwedî dîrok, stratejîk û pirengî, bûye sedem ku gelek caran rastî êriş û serweriyê were. Niha jî heman êriş û gef li ser ev bajarê kevnar berdewam dikin ku ew destkeftiyên bi berdelên giranbûha di sala 2016`an heya niha hatine bidestxistin, di nav xeteriya êrişa dewleta Tirk a dagirkirinê de ne.

BAJARÊ ATARGATÎS YÊ DÎROKÎ

Di nava şaristaniyên Rojava de, gelek nav weke çavkaniya efsaneyan tên destnîşankirin û wekî ‘Keçên Behrê’ tên binavkirin. Yek ji wan jî 'Xwedawenda Bereketê û Parazvana Firat’ê Atargatîs e. Li hemû qeraxên Behra Spî, mîtolojî çavkaniya xwe ji efsaneya Keçika Behrê Atargatîs digrin. Di gelek çavkaniyan de her çiqas wekî ‘Xwedawenda herî bi nav û deng ya Sûriyê’ were pênasekirin jî, ya rast xwedawenda eslê xwe Asûrî Atargatîs, li gorî hin romanan, ji aliyê masiyekê ve li qeraxa avê di nava hekekê de ku ji aliyê kevokekê ve tê parastin ji dayik dibe.

Tê texmînkirin ku di B.Z. sedsala 12’mîn de ku hê baweriya serdema Neolotîkê serwer e, ji aliyê bawermendên Atargatîs ve bajarê Minbicê tê avakirin. Lê li gorî hinek belgeyan, dîroka bajar heta 5 hezar salan diçe. Di ev bajarê kevnar de, gelek hêzên wekî Roma, Sasanî, Memluk, Makedon, Abasî, Fatimî, Eyûbî, Mogol, Osmanî û Fransiyan serwer bûne. Her hêza ku serwerî kiriye, navê bajêr jî li gor xwe guhertiye. Navên ku li li Minbicê hatine kirin wiha ne; Hierapolîs (Bajarê Pîroz), Ebroqîş an Ebroqlîs (Bajarê Rahîban), bajarê Lîta Aşûr, bajarê Edessa, bajarê paytextan, bajarê Menbeh, bajarê Seryas, Mabog, Nampige, Nappigu, Mabug, Bambyce herî dawî jî Minbic (bi zimanê Suryanî tê wateya kaniya diherikê). Ji warê kozmopolîtîk ve niha pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen di nav biratiya gelan û pergala neteweya demokratîk de dijîn.

STRATEJIYA BAJÊR

Bajarê Minbicê ku li ser rêya M4 e, bajarên weke Efrîn, Şehba, Haleb, Raqa, Kobanê, Tebqa, Cerablûs û Babê bi hev girê dide. 25 km rojavayê çemê Firatê, 75 km dûrî bajarê Helebê ye. Her wiha 40 km jî dûrî sînorê Tirkiyê ye. 554 gund girêdayî bajar in. Ji navçeyên Xebsa, Meskenê, Ebû Qelqel û Ebû Kehf pêk tê.

Bajarê Minbicê, bajarêkî bazirganiyê ye. Her wiha şênî debara xwe bi çandinî, darê zeytûn, hinar û fistiqan dikin. Du deriyên bazirganiyê bi nave Um Cilûdî (Hîmran) û Um Dedat ku di navbera Minbic-Cerablûsa de ne hene. Hejayî bi bîrxistinê ye ku ev herdu bajar jî di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne. Ev derî, li gor xwestekên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê tê vekirin û girtin.

DI 15’Ê TEBAXÊ DE RÛPELEK NÛ VEBÛ

Ji dawiya sala 2012`an û heta 2016`an gelek komên çete bajar û gundewarên wê dagir kirin. Zedetirî 2 sal û nîv Minbic, di nav lepên çeteyan de ma û bûbû paytexteke çeteyan a leşkerî. Piştî bangawaziya gelê Minbicê di 1`ê Hezîrana 2016`an de, Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya QSD`ê, pengava rizgarkirina bajêr û gundewarên wê da destpêkirin. Pengavê, 73 rojan dom kir ku di 15'ê Tebaxa 2016`an de Minbic bi xwîna şehîdên nemir, ji nav lapên çeteyan hat xilaskirin.

Piştî rizgarkirina bajar jinên ku îlhama azadiyê li ser koka Atargatîs girtin, çerşefên reş bi tilîliyan şewitandin û behna azadiyê kişandin. Jiyan, li Minbicê wê demê zindî biba. Şêniyan birînên xwe bi hev re pêçandin û wêrankirina ku çeteyan li bajêr pêk anîbûn, bi yekdestiyê sererast kirin. Piştî rizgarkirina bajêr Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê ket dewrê û ev sazî ava bûn; asayîş, şaredarî, komîteya aborî, mala jinê, akademî, enerjî û av, trafîk, ragihandin, deriyên sînor/gumrik, dadgeh, perwerde, tendurist…

WARGEHA KOÇBERAN

Piştî rizgarkirinê, bajar ji gelek koçberan re jî bû wargeh. Nifûsa bajêr, bi koçberên heyî re nêzî mîlyonek û 150 hezarî ye. Bajar gelek koçberên ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de û her wiha herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de jî himbez dike. 2 kampên koçberan bi navê Kampa Rojhilat a Nû û Kampa Rojhilat a Kevin li gundê Rism El-Ehdar yê girêdayî bajarê Minbicê hene. Ev kamp di sala 2017`an de hatine avakirin. Di Kampa Rojhilat a Nû ku 649 kon lê hene de, 649 malbat, 3796 koçber; li Kampa Rojhilat a Kevin ku 430 konan pêk tê, 430 malbat û 2 hezar û 179 koçberên ji Sûriyê tê de bi cih bûne. Dervayî van herdu kampên esasî, di kampên cûda de 150 malbat û 7500 koçberên ji Sûriyê tê de dijîn.

Ev bajarê stratejîk ji roja rizgarkirinê heya niha ve her rastî gefên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê tê. Der barê van êriş û gefên dagirkeran de me berê mîkrofona xwe da pêkhateyên li Minbicê.

`MINBIC, MINBICA ME YE`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/29/200556_esad-el-mas.jpg

“Dema çeteyên DAIŞ herêmên me kiribûn bin dagirkeriya xwe, dewleta Tirk li kuderê bû û çima nedigot xeterî li ser min heye” bi van gotinan ciwanê bi navê Esad El-Maşî, hincetên dewleta Tirk ku dibejê xeterî li ser wan heye diderewîne. El-Maşî, behsa dîroka dagirkeriya dewleta Tirk kir û got; “Dewleta Tirk dagirker e, bi sedan salan dagirkeriya xwe li ser ecdadê me meşand. Kalê me li dijî Osmaniyan derdiketin ku wan ji erdê me derxînin. Em dagirkeran naxwazin û xilas. Çeteyên ku pê re ne jî hemû terrorîst in. Me bawer nedikir ku Minbic ji destê çeteyan bê rizgarkirin, niha jî dewleta Tirk li ser me gefan dixwe. Em wekî ciwanên resen yên Minbicê ji her alî ve amade ne ku axa xwe biparêzin. Em xwe ji bo şerekî amade dikin. Em ê li dijî dagirkeran bisekinin da ku derbasî axa me nebin. Em ji dev erdê xwe bernadin û me rêya berxwedanê hilbijartiye. Minbic, Minbica me ye. Heya mirinê jî em ê wê biparêzin. Tiştekî tu kesî li cem me tine ye.”

'EM NAXWAZIN DAGIRKER WERIN'

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/29/200713_fatma-ehmed.jpg

Fatma Ehmed ji pêkhateya Tirkmen e, hovîtiya di dema DAIŞ’ê bi bîr xist û anî ser ziman ku ew nahêlin ew serdema tarî li ser wan vegere. Fatma Ehmed, bi hêrseke mezin diyar kir ku ew naxwazin dagirkerî êrişî wan bikin û got: “DAIŞ’ê em ji malên me derxistin, dema em vegeriyan jî malên me hemû şewitandibûn. Tiştek ji malên me nema. Bila xwedê wê zilmê nede tu kesî. Em dixwazin di nav aramiyê de bijîn. Vê zilmê ne xwedê qebûl dike, ne jî mirov. Em dixwazin li welatê xwe de bimînin, ji aramiyê pê de tiştekî naxwazin. Em naxwazin dagirker werin êrişî me bikin. Cihê ku ew niha lê ne tu aramî tine ye. Li Babê, Ezazê aramî heye? Tine ye. Bes e, ev 10 salin em li Minbicê ne û bi salane li vir di nav aramiyê de ne. We dît ku me di nav DAIŞ’ê de çi zilm dît. Em naxwazin dagirker werin.”

ŞAHÎDA SÛCÊN DAIŞ’Ê: DEWLETA TIRK DIXWAZE DAIŞ’Ê VEGERÎNE

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/29/200816_zelha-brahm.jpg

Yek ji şahidê hovîtiya DAIŞ’ê jina Kurd Zelîha Îbrahîm e. Di pêvajoya êrişên DAIŞ’ê de Zelîha Îbrahîm, li Minbicê bûye. Çeteyên DAIŞ’ê hevjînê Zelîha Îbrahîm, bi awayekî hov îşkence kirine û di encamê de destê wî qût kirine. Zelîha Îbrahîm, li ser zilma DAIŞ’ê ku şagirtê dewleta Tirk e û gefxwarina dagirkeran wiha axivî: “Hevjînê min di encama îşkenceya çeteyên DAIŞ’ê de destê wî hate qutkirin. Li ber çavên min keçên min rastî lêdana çeteyan hatin. Ewqas zilm me dît. Kesên ku hatin revandin heya niha tu agahî ji wan nayê girtin. Li dijî dagirkeran me hesabên xwe yên parastinê kiriye. Dagirker ne tenê dagirkirina Minbicê, hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin. Dixwazin Sûriyê bi giştî dagir bikin. Hemû çete li cem xwe kom kirine. Ger dewleta Tirk êrişî me bike, em ê parastina welat û bajarên xwe bikin. Rojane gelê me yên ji Sûriyê, li Tirkiyê tên kuştin. Neteweyên Yekbûyî, çima nabêjin ew çawa tên kuştin û ew çete çima li cem dewleta Tirk in. Me bajarê xwe ji DAIŞ’ê rizgar kir, em naxwazin dîsa dewleta Tirk dagir bike. Gelê me, gelek êş dîtiye. Gelê Minbicê, dewleta Tirk qebûl nake. Dewleta Tirk dixwaze DAIŞ’ê li vir dîsa vegerîne û zilmê li me bike. Li dijî dagirkeran me hesabê xwe kiriye û xwe amade kiriye. Em bi meclisa xwe ya leşkerî re ne.”

BERSIVA GEFAN: EM Ê HERÊMÊN DI BIN DAGIKERIYÊ DE RIZGAR BIKIN

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/29/200757_sham-hemo.jpg

Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê ketiye nav seferberiyê ku rêxistina xwe xurtirîn bike. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Sîham Hemo, têkildarî birêxistinkirina gelê Minbicê ev tişt anî ser ziman; “Bi rizgarkirina bajarê Minbicê re, dewleta Tirk a dagirker her gefan li bajêr dixwe û her êriş dike. Ji êrişên re dewletên navneteweyî bêdeng in. Lê em pişta xwe bi tu dewletan xurt nakin, ji hêza xwe bawer in. Ji êrişên muhtemel re em her tim amade ne û amadekariyên xwe jî berdewam dikin. Me tecrûbeyên mezin girtine. Ev bajarên hatine rizgarkirin, ne bi hesanî rizgar bûn. Em ê li ser vê rêya şehîdan, bimeşin. Destkeftiyên ku me bi xwîna şehîdan bi dest xistin em ê biparêzin. Kî êrîş bike jî, em nahêlin ku axa me dagir bikin, em ê cihên xwe yên dagirkirî jî rizgar bikin. Ev herêmên ku me ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn, em ê ji çeteyên dewleta Tirk û leşkerên wê jî rizgar bikin.”

`WÊ HEZA GEL A PARASTINÊ LI DIJÎ HER PLANÊ BISEKINE`

Sîham Hemo, destnîşan kir ku li dijî van êrişan, gel xwe bi rêxistin dike, yekdest e û got: “Piştî ew qas zehmetiyan, gelên Minbicê behna azadiyê kişandin, careke din vegera êş û zehmetiyan qebûl nakin.  Li dijî van êrişan, gelek civînên bi gel re hatin lidarxistin. Moralê gel gelekî bilind e, yekdest in û dibejin em ê bi hêzên leşkerî re bin. Her malek li Minbicê, malbata şehîdan e. Ji ber vê, girêdana wan bi erdê wan re heye. Mirin carek e, yan wê bi rûmet be, yan jî jiyana koletî ne pêwîst e. Li gel gefên dagirkeriyê, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê jî bi tevger bûne. Li dijî her cûre êrişan, parastina cewherî me esas girtiye. Ev hêza gel a parastinê, wê li dijî her planê bisekine.”

BILANÇOYA ÊRIŞAN Û XETA CEBHÊ

Di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên bi nave `mertalên Firatê` de ava Sacur, weke sînor hatiye danîn. Çeteyan li ser xeta dagirkirî satir ava kirine. Li gundên di bin dagirkeriyê de, 13 baregehên leşkerên dewleta Tirk hatine avakirin û bi dehan jî noqteyên çeteyan hene. Piştî gefên dewleta Tirk a dagiker, êrişên çeteyan ji gundên Cerablûsê û Babê li dijî gundewarên Minbicê zêde bûne û tevgera wan jî hatiye zêde kirin. Di vê mehê de ji barergehên leşkerî yên dewleta Tirk yên weke Qirata, Toxar, Hilwencî, Yaşlî, Şexnasir, Zerzûr, Şiwêha, El-Aşlî, Kerbeclî, Um Şikeyf û El- Kirêdiyê; êriş li ser gundên El-Hoşariye, El-Cat, El-Toxar, Ewn El-Dadat, El-Muhsinlî, Ereb Hesen, Um Adasa, El-Seyadê, El-Yalanlî, Qirt Weran, Kawiklî, Kor Huyuk, Cebel El-Hemra, El-Boxaz, Tel Turîn, Cib Mexzûm û bajarokê El-Erîma yên girêdayî Minbicê çêbûne. Li baregeha arteşa Tirk a Toxar, leşkerên dewleta Tirk a dagirker, çeteyan perwerde dikin. Di van barergehên leşkerî de gelek çekên giran hatine bi cihkirin, her wiha balafirên bêmirov jî ji van barergehan radibin. Li hin gundên cebhê yên Minbicê, hêzên hikûmeta Şamê û Rûsya jî bi cih bûne, lê heya niha li dijî êrişan tu bersiv nedane.  

BI SEDAN CARAN ÊRIŞ KIRINE

Di nava vê mehê de, sûc û êrişên dagirkeran wiha ne; balafirên bêmirov ên bi çek yên artêşa Tirk di 1.6.2022’an de gundê Ereb Hesen bi gelek bombeyan bû hedef. Di 2.6.2022’an de komek çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bi piştevaniya artêşa Tirk 3 caran hewl dan ku derbasî gundê El-Muhsinlî bibin, lê di encama berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de hemû hewildan jî têk çûn. Di dîroka 3.6.2022`an de, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundê El-Muhsinlî dema ku çeteyekî hewl dida mayînekê bi cih bike, birîndar kir. Di 09.06.2022`an de, gundê El-Cat bi 3 mûşekan hat hedefkir, di encamê de mizgefta gund zirar dît û heman rojê bi çekên navîn û giran mizgeft hat armanc kirin. Gundewarên Mibicê, di nav vê mehê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve 512 caran hatin topbarankirin. Her wiha 27’ê vê mehê jî, 8 fûze û 96 obûs li gundê Ereb Hesen, El-Musînlî, Erba Kîlo, Ewn El-Dadat û El Mefarid yên girêdayî bajarê Minbicê ketin.

GEŞÊDANÊN LI CEBHEYA HERÎ PÊŞ

Me jî berê xwe da gundê El-Muhsinlî yê girêdayî bajarê Minbicê ku her rastî êrişên dagirkeran tê. Gundê El-Muhsinlî 20 km dikeve bakurê navenda bajarê Minbicê. Di navbera me û çeteyên dagirker de tenê 200 m heye. Gund her rastî topbaranê tê ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve di çarçoveya parastina rewa de êriş tên têkbirin. Çend caran çeteyan hewil dane ku gund dagir bikin, di encama baldariya şervanan de ev hewildan hatine têkbirin. Çeteyan li ser malên ku dagir kirine alên xwe daliqandine û tevgera wan bi motor û erebeyan pêk tê. Li kelêka topbaranê, çete li dijî sivîlan êrişên sûîkastî jî dikin. Ev gund, bi sedan caran hatiye topbarankirin ku ji ber êrişan gelek hemwelatî neçarî koçberiyê bûne. Di encama êrişan de, di gelek malên hemwelatiyan de ziyanên madî pêk hatine.

`GER ŞEREK DERBIKEVE WÊ BERXWEDANIYEK MEZIN BÊ MEŞANDIN`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/29/200737_serwan-derwis.jpg

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî têkildarî rewşa êriş, gef û tevgera dagirkeran di xetên dagirkirî de axivî û got: “Ev gef û êriş ne nû ne.  Lê niha di asteke bilind de gef hatiye xwarin. Dewleta Tirk, ji bo aloziya xwe ya hundirîn derxîne derve û ji tevgera navneteweyî sûdê werbigre, dixwaze planên xwe têxe meriyetê. Em rewşê bi awayekî cidî digrin dest, li gor wê jî tedbîrên me jî cidî ne. Ev 6 salin tedbîrên êrişan tê girtin, hêz xwe perwerde dikin, bingeha xwe ya parastinê ava dikin. Pêwîstiya gelê me bi aramiyê heye. Lê ger êrişek li ser me de bê, em ne ew hezên ku teslîm bibin û bêbersiv bimînin. Ger şerek derbikeve wê berxwedaniyek mezin bê kirin ku amadekariyên me jî mezin in. Hêzên me û gelê me ji wê rewşê re amade ne. Bi hezaran nameyên şêniyan, eşîran ji me re hatine ku dibêjin ger şerek derbikeve em ê li kêleka we şer bikin. Em ji vê, gelekî kêfxweş dibin. Her wiha piştî van gefên dewleta Tirk, gelek ciwan jî tev li Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibin.”

HEYA NIHA HEWILDAN HATINE TÊK BIRIN

“Di xetên eniyê de hêzên me di nav baldariyek mezin de ne” bi van gotinan re Şervan Derwîş, bal kişand ser asta amadekeriya êrişan û got: “Jixwe piştî gef hatin xwarin, pirsgirêkên çeteyan yên navxweyî derketin. Komên çete bi hev ketine. Hinek tevgerên wan li ser xeta cebheyê çêbûn. Tevgera çete û leşkerên dewleta Tirk, di bin kontrola me de ye, em dişopînin. Bi vê tevgerê re dixwazin me şaş bikin. Lê cihên ku bi veşartî amadekariyên xwe kirine jî, di bin çavderiya me de ne. Heya niha hewildanên dagirkeran têk çûne. Yek sedem jê ew ê ku hevkariya di hundirê bajarê Minbicê çêbûye. Sekna gel, hevgirtia meclisa leşkerî û rêveberiya xweser ji niha ve gef têk birine. Me soza berxwedaniyek mezin daye. Ji bilî serkeftinê tu rêkên me tine ne. Ev rojên em tê de dijîn, wê pêşaroja gelê me diyar bike. Bi îrade û baweriya xwe, em ê vî dijminî bişkînin û ji rûpelên dîrokê derxînin.”  

ANHA


Mijarên Din