Bê şirove, wêneyên komkujiyên ku artêşa Erdogan û çeteyên wî pêk anîne

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Mişrafayê yê girêdayî Serêkaniyê komkujiyeke pêk anîn. Heta niha cenazeyê 16 şehîdan di bin enqazan de hatin rakirin.

Tevî ragihandina agirbestê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê êrîşên xwe yên li ser bajarê Serêkaniyê didomîne. Berxwedana şervanan di roja xwe ya 10‘an de berdewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker di roja yekemîn a êrîşa xwe li gundê Mişrafayê yê girêdayî Serêkaniyê komkujiyek pêk anî.

Heta niha cenazeyê 16 şehîdan ji bin enqazan hatin derxistin û xebatên lêgerînê hîna jî berdewam in.

Nûçegihanên me ji bermahiyên komkujiyê û sûcên dagirkeriyê li gundê Mişrafayê çend wêne kişanidn.

ANHA


Mijarên Din