Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, nahêle parêzer û malbat pê re hevdîtinê çêkin. Li rex wê cezayên dîsplînî ferz dike û wî ji mafê hêviyê bê par dihêle.
Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Yekitiya Êzidiyan a Helebê Yildiz Mako destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê ji vê bêtir xwe bi rêxistin bikin.
Yildiz wiha domand: “Bi rêya lidarxistina çalakiyan em ê fişarê li dewleta Tirk a dagir bike, em dê li kolanan bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”
Endamê Rêveberiya Yekitiya Êzidiyan a Helebê Hanan Silêman diyar kir ku tecrîd neheqiyeke mezin e ne tenê li ser Rêber Abdullah Ocalan lê belê li ser tevahî kurdan.
Silêman wiha lê zêde kir: “Divê rêxistinên navneteweyî, erkên xwe yên mirovî bînin cih. Divê ev pirsgirêk çareser bibe, em azadiya Rêber Ocalan bi dest bixin. Bi sekna gelê me li kolanan em dê bigihêjin mafên xwe.”
Her wiha endama yekitiyê Zehîde Ehmed tecrîd şermezar kir û got: “Ji bo em agahiyekê li ser Rêberê xwe bibihîzin, çalakiyên me berdewam in.”
Zehîde destnîşan kir ku divê rêxistinên hiqûqî rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û ji bo ku azad bibe, divê bixebite û wiha berdwam kir: “Azadiya wî azadiya me ye.”
(dm/şx)
ANHA