Azad Oso: Tirkiye bi gefan hewldanên Rêveberiya Xweser ên dîplomasî dike armanc

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxa Herêma Firatê Azad Oso diyar kir ku Tirkiye bi gefên xwe hewldanên Rêveberiya Xweser ên dîplomasî di qadên navdewletî de dike armanc.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxa Herêma Firatê Azad Oso beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li ser sînor bû.

Şêniyên herêmê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gundên ser sînor Ziyaret û Qere Moxê yên Kobanê lidar xistin. Ev 8 rojin çalakiya mertalên zindî ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê berdewam dike.

Azad Oso di çalakiyê de ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk bi rêya kûrkirina aloziyan û dagirtina valahiyên ku di navbera civakê de di encama pirsgirêkên civakî de derdikeve, dixwaze herêmê dagir bike. Dema gel jî wê red dike, komkujî û çewisandinan li dijî gel pêk tîne. Lewra xwîn bi dîroka dewleta Tirk ve girêdayî ye."

Azad Oso diyar kir ku dewleta Tirk rolek mezin di rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn de ku bûne meskene şerên navxweyî de lîst û got: “Bi taybet destwerdana wî ya di Sûriyê de bû sedema xeta şoreşa aştiyane. Di encama van şeran de bi sedhezaran sivîl bûn qurbanî.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker gef li herêmê xwar, hêjmara leşkerên xwe yên li ser sînorê Tirkiye- Sûriyê zêde kir û çekên giran bi cih kir.

Di dawiya axaftina xwe de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Herêma Firatê Azad Oso wiha got: “Dewleta Tirk têkiliyên dîplomasî yên Rêveberiya Xweser bi hikumetên weke Fransa, Brîtanya û DYE’yê re li ser xwe xeter dibîne. Gefên Tirkiyê jî piştî tunekirina DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê hatin. TirkiyE hewl dide tiştên DAIŞ`ê nikarîn bikirina, bike.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din