Ayîşe Hiso: Ma gelo opozîsyona Sûriyê çi ji gelê Sûriyê re kiriye?

Hevseroka PYD`ê Ayîşe Hiso got opozîsyona Sûriyê çarenûsa gelê Sûriyê radestî hikumeta Tirkiyê kiriye û gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta xwe ya rast a şoreşa gel a Sûriyê parast.

KOBANÊ

Îro kongreya PYD`ê yê kantona Kobanê tê lidarxistin. Zêdetirî 600 delegeyên partiyê tev li kongreyê bûne.

Îro di saetên sibê de kongreyê PYD`ê li Salona Newroz a bajarê Kobanê dest pê kir. Hejmarek ji partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê û endamên Kongreya Star tev li kongreyê bûne.

Kongre bi dirûşmea "Bi rêveberî û rêxistin em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nemerkezî û demokratîk ava bikin" tê lidarxistin.

Di kongreyê de hevsederoka PYD`ê Ayîşe Hiso li ser xebatên pêşerojê yên partiyê û armancên wê axivî û wiha anî ziman: "Bi israr û îrade û rêxistin em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Wekî ku me çawa çeteyên DAIŞ`ê ku tevahî cîhan xisibûn metirsiyê têk birin em ê dijminê demokrasiyê ku xaka me dagir kirine, têk bibin. Wê çawa Tirkiyê gelekî ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digire û bi rihê berxwedanê tev digere, têk bibe."

Ayîşe Hiso destnîşan kir ku opoziyona Sûriyê bi salan bi hikûmeta Tirkiyê re xebitî, çarenûsa gelê Sûriyê radestî Tirkiyê kiriye, bi hevre derbasî goleke mezin bûne û ji ber siyaseta wê ya tevlîhev bandoriyê li hundirê Tirkiyê jî dike.

Di salvegera 8`emîn a Şoreşa Sûriyê 2011`an de ku paşê bû şerê navxweyî û zêdeyî 500 hezar kes ji Sûriyê ji ber wê jiyana xwe ji dest da, Ayîşe Hiso axivî.

Ayîşe Hiso bang li opozîsyona Sûriyê kir ku li xwe vegerin û wiha pê de çû: "Bila opozîsyona Sûriyê ya li Stenbolê ji xwe bipirse çi ji gelê Sûriyê re kiriye, çi ji bo gelê Sûriyê hate guhertin ji bilî ku 72 balafirên şer wekî ku çawa li Efrîn çêbû, topbara kirin. Komkujî û koçberkirin li sedan bajar û bajarokan çêbûn. Em îro jî dibînin ku herêmên ji aliyê Tirkiyê ve bi navê herêmên Dirî Firat hatine dagirkirin ku teror çawa tê kirin. Em hemû dibînin ku çi li Idlibê diqewime. Golek ji terorê ye û rewşa wê ne aram e. Ev hemû ji ber siyasetên tevlihev ên opozîsyona Sûriyê ne. Ji ber wê naba ku Tirkiyê bibe parêzvana "herêma ewle" ku Tirkiye behsa wê dike. Armanca Tirkiyê ku herêmên Sûriyê dagir bike."

Ev 8 sal e ku Sûriye di nava aloziyê de ye. Di dema ku 4 hêzên aktîf li Sûriyê ne, heta van kêliyan tu çereserî tune ye.

Her wiha di kongreyê de endamên Rêveberiya Xweser Mistefa Îto û endama Kongreya Star Peyman Aydin axivîn û lidarxistina kongreyê pîroz kir.

Tê payîn ku raporên xebatên salane werin xwendin û nirxandin li ser wan werin kirin, her wiha plansaziya xebatên nû were danîn û rêveberiya nû ya kantonê were hilbijartin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din