Awustiryayê ji Rêveberiya Xweser 2 zarok wergirtin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 zarokên sêwî yên çeteyên DAIŞ’ê ku welatiyên Awustiryayê ne, radestî şaneya Awustiryayê kirin.

Roja çarşemê, şandeyeke Awustiryayê ya bi serkêşiya Counter Racer ê nûnerê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Awustiryayê di Dergeha Sêmalka re ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, gihaşt Rojava da ku 2 zarokên sêwî yên welatiyên Awustiryayê yên ku li kampa Holê bûn, radest bibe.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Kiêt, hevseroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Roken Ehmed, rayedarê li Daîreya Têkiliyên Derve Abdurehman Selman û rayedara Rêveberiya Buroya Têkiliyên Derve ya YPJ’ê Aytan Îsa, şande pêşwaz kir.

Piştî her du aliyan li ser mekanîzmaya redestbûna her du zarokan li Navenda Têkiliyan a Dergeha Sêmalka û çavdêrkirina şandeyê li ser belgeya ku tenduristiya zarokan ji aliyê cinsî û derûnî ve baş in, hat nîqaşkirin, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her du zarok radestî şandeyê kirin.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Awustityayê Counter Racer di civîneke çapemeniyê ya li Daîreya Têkiliyên Derve spasiya kedên der barê zarokan de hatine dayîn kir. Her wiha ji bo keda Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku terora DAIŞ’ê têk biriye, spas kir.

Der heqê civîna çapemeniyê de cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El-Kiêt ji ANHA’yê re wiha axivî: "Her du zarokên ku li gel malbateke li kampa Holê, bi rêya têkiliya li gel dapîr û bapîrên wan ku têkiliyên xwe bi wê malbetê re hebûn, hatin nasîn.”

El-Kiêt bal kişand ser ku bi rêya têkiliya di navbera Daîreya Têkiliyên Derve û Wezareta Karên Derve ya Awustriyayê de li hev kirin, her du zarokan de li gorî protokol û qanûnên navdewletî hatin radestkirin.

El-Kiêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser hêsantirîn derfet ji bo hemû dewletên ku zarokên xwe radest bibin, pêşkêş kirine.

Piştî şandeyê belgeya radestkirinê îmze kir, zarok hatin radestkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din