Awistralyayê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hişyarî da

Serokwezîrê Awistralyayê diyar kir ku dibe ji ber êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfet ji çeteyên DAIŞ`ê re çêbe da ku ji nû ve li herêmê xwe vejînin.

Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrison û wezîra karên derve Maris Pine îro bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha hişyarî der barê pêngavên yekalî dank u dê gelek encamên xeternak ji ewlehiya herêmê re bîne ku dikarin destkeftiyên ku ji aliyê koalîsyona bi serkêşiya DYA`yê di şerê li dijî DAIŞ`ê de hatine bidestxistin, têk bibe û her wiha dê bandorê li sivîlan bike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ji ber vê yekê bi fikar in. Ji ber ku dê gelek belayan ji gelê Kurd re bîne. Her wiha em bi fikar in ku dê DAIŞ careke din xwe vejîne."

Serokê hikumeta Awistralyayê sûcê biryardayîna pêngavên ku tevliheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêke û wiha got: "Ew in ên ku hêzên xwe belav dikin û dixwazin sînor derbas bikin. Pêngavan di dewleteke din de bigirin. Ev pêngavên hikumeta Tirkiyê metirsiyeke pir mezin li gel Awistralyayê çêdike."

Morrison îşaret bi rola QSD`ê ya di şerê li dijî DAIŞ`ê û rêveberiya navendên girtina çeteyan û kampên koçberan de kir û tekez kir ku Kanberra der barê geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha û di nav de DYA`yê bi hevalbendên xwe yên navdewletî re di nava têkiliyê de ye.

(bx)


Mijarên Din