Asya Ebdullah: Em ê meşaleya Newrozê carek din li Efrînê vêxin

Hevseroka PYDʹê Asya Ebdullah ku di Newroza Şehbayê de axivî, bal kişand ser komkujiya duh a li Cindirêsê û got "Tu hêz an jî dagirker nikarin meşaleya Newrozê vemirînin. Em ê Efrînê rizgar bikin û careke din meşaleya Newrozê li Çiyayê Kurmênc vêxin."

Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" Newroz li gundê Elûşe yê navçeya Ehdasê yê kantona Şehbayê tê pîrozkirin.

Piştî pêxistina meşaleya Newrozê, beşdaran li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de guhdarî kir. Piştre nameya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya der barê Newrozê de hat xwendin.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axivî û got: "Çawa Kawayê Hesinkar li hemberî zilmê rabû da ku gel bi aramî bijîn, îro em soza pêkanîna aştî û azadiyê nû dikin."

Asya Ebdullah anî ziman ku di salên 1970ʹyî yên sedsala borî de agirê Newrozê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan hat pêxistin da ku gelê Kurd û gelê Rojhilatê Navîn ji zilm û siyasetên înkarkirinê xilas bike.

Asya Ebdullah bi bîr xist ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê hat avakirin da ku rihê azadî û rûmetê di gel de zindî bike û diyar kir ku bi pêşangiya Mazlûm Dogan ê ku bedena xwe da ber agirê Newrozê hat pêxistin.

ʹEM Ê TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ DAGIRKERAN XURT BIKINʹ

Hevseroka PYDʹê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişa duh a komên çete ya li dijî pîrozbahiya Newrozê ya li Cindirêsê ku di encamê de welatî şehîd bûn û got: "Em ê Efrînê rizgar bikin û careke din agirê Newrozê li çiyayê Kurmanc pêxin. Em ê têkoşîna li hemberî dagirker û dijminan xurt bikin. Tu hêz an dagirker nikarin agirê Newrozê vemirînin. Komkujiya duh a li Cindirêsê berdewama siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd ê li Efrînê ye. Ev sal dê bibe sala serkeftin û rizgarkirina herêmên dagirkirî."

Asya Ebdullah diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeke azad ji bo tevahî gel û pêkhateyan e.

'EM Ê NEWROZA ÎSAL BIKIN NEWROZA RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎʹ

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrîn û Şehbayê, hevserokê Desteya Çand û Hunerê Mihemed Weysî Newroz li tevahî gelan pîroz kir û diyar kir ku ev bone asta hevgirtina gel nîşan dide.

Mihemed Weysî got: "Em ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî."

Pîrozbahî bi pêşandana çalakiyên hunerî dewam dike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din